
Donald Trump Serokê Amerîka ragihand piştî qedexekirina xizmetguzariyên app ên Tiktoka Çînî, dora kompanyayên dinê Çînî tê û kompanyayên mezinên dinên warê teknolojiya Çîn wekî kompanya Alibaba ya taybet bi firoştina online kir armanc.
Îdareya Trump li çend mehên derbasbûyî de guvaşeke zêde li ser kompanyayên Çînî kiriye bi taybetî ew kompanyayên Çînî yên ku xwediyê app û torê wan yên civakî heye.
Hikûmeta Amerîka wiha bawere torên civakî yên Çînî amrazeke destê Hikûmeta Çînê ne ji bo komkirina zanyariyên takekesî yên ji bo sîxurîkirina li ser welatiyên Amerîkî.