Cîhan
Hîndîstanê dest bi ceribandina derziya dijî Koronayê kir
Zanayên Hîndîstanê wê sê cureyên derziyên dijî virusa Koronayê diceribînin.
Narîndra Mudî Serokê Hîndîstanê di gotarekê da bi helkefta salvegera serxwebûna Hîndîstanê de ragihand zanayên welatê wî sê cureyên derziyên dijî Korona û li sê qonaxên cûda cûda de hatîne taqîkirin û ceribandin.
Serokê Hîndîstanê wê yekê jî ragihand her demê wan zanayan serkeftina taqîkirin û ceribandinan ragihand, wê yekser berhem bînin û plan hatiye danîn ji bo gihîştina wê derziyê ya hemu welatiyên Hîndîstanê di demekê gelek kêm da encam bidin.