Cîhan

Trump: Ez şer naxwazim, emê şer biqedînin..!

Donald Trumpê ku di hilbijartinên Amerîkayê de ji Kamala Harris zşdetir deng destve anin û axaftina xwe ya serketinê dike. Trump got, “Ez 47emîn Serokê DYAyê me! Ev serkeftineke siyasî ya nedîtî ye. Qunaxekî de ku kesî derfet nedan lê me hemû astengî derbas kirin. Senato jî di destê me de ye. Ez şer naxwazim, ez ê dawî li şer bînim.
Komarparêz Donald Trump ku di hilbijartinên Amerîkayê de li gorî encamên nefermî bi 277 delegeyan bi ser ket, axaftina xwe ya serketinê dike.


Çavkaniyên girîng ên daxuyaniyên Trump ku diyar kir ew 47emîn serokomarê Amerîkayê ye û serkeftineke siyasî ya nedîtî bi dest xistine wiha ne; “Me bizava siyasî ya herî mezin a ku vî welatî dîtiye bi dest xistiye! Di heman demê de kontrola me ya Senatoyê jî heye. Hûn ê bibînin ka welatê me dê çawa serxweve werê. Em ê li welatê xwe her tiştî sererast bikin, me dîrok tomarkir.

Me astengiyên ku kes nedifikirî derbaskirin. Spas ji bo hilbijartina min ji bo 47emîn Serokê Dewletên Yekbûyî. Em ê Amerîka dîsa mezin bikin. Ev welat dê dîsa bibe welatê herî baş ê cîhanê de. Em ê tixûbên xwe bigrin û ji bo ku ev kes neyên welatê me. Dikarin werin, lê dîsa jî bi qaçaxî nikarin bên. “Ez şer naxwazim, ez ê şer biqedînim.”


Donald Trump gazî namzedê cîgirê serokomarê Amerîkayê JD Vance û Elon Musk ên ku di kampanyaya wî de bi awayekî berfireh piştgirî dan wî, da ser sehnê û spasiya wan kir. Trump pesnê cîgirê xwe da û wiha got: “Min dizanibû ku ew bijarteyek mezin e. Em ê çar salên xweş derbas bikin.”

Back to top button