Cîhan
Trump bi zimanê Farisî peyamek şand

Serokê Amerîka peyamek pêşkêşî desthilatdarên Îranê kir û biryarên Tehranê yên ji bo sêdaredana wan sê kesên ku xwepêşandana dijî biryara bilindkirina nirxê benzîn de kiribûn şermezar kir.
Donald Trump Serokê Amerîka li ser rûpela xwe ya tora twitterê peyameke bi zimanê Farisî pêşkêşî desthilatdarên Îranê kir û nivîsiye: Îranê ji ber beşdarîkirina li xwepêşandanan de biryara sêdaredanê li ser sê kesan da sepand.
Donald Trump dibêje: Tê pêşbînî kirin ku li her demek da bê biryarê bi cîh bikin, biryara sêdaredana wan sê kesan peyameke xemgîne ji bo hemû cîhan û pêwîst nake bê bicîhkirin.
