Cîhan

Amerîka çend kompanyayeke tirkiye û sûriye siza dike

Bi tometa hevkarîkirina darayî li Da’îş, Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka dorpêça aboriyê xiste ser çar saziyên hewale û du kesayetiyê li tirkiye, sûriye û Efxanîstanê.

Wezareta Gencîneya Amerîkayê ragihand “Heft welatên endamê navenda bi armanckirina darayî ya terorîstan ji ber karkirina li gel Dewleta Îslamiya Iraq û Sûriya (Da’îş) xiste bin dorpêçê”. Li gor Wezareta Gencîneya(xezîne) Amerîka, sê sazî û kesayetiyek ku li tirkiye û sûriyê ne, hevkariya darayî û lojîstîkî ya girîng ji bo Da’îş û şaxên wê û torên cîhanî yên Da’îş dabînkirine û “Da’îş bi zîndî hiştine”.

Dorpêçên Amerîka li ser her yek ji kompanyayên Elheram, Tewasûl û Elxalîdî ya ji bo danustandina pere de disepênê. Amerîka dibêje: “Ev kompanya li gihandina pereyan bi çekdarên Da’îş yên li Sûriyê de roleke girîng dîtine û sedan hezar dolar ji bo serkirdeyên Da’îş re şûştine”‌.

Li gor zanyariyên Amerîka li meha nîsana 2019 Da’îş fermanê bi endamên xwe yên li Sûriye kiriye, tenê li rêya Elheram karubarên pere guherînê bikin û pêwîstiyên xwe darayî li gel wan encam bidin.

Li zanyariyan sala 2018 Da’îş kompanya Tewasûl û çend kompanyayeke dinê li Sûriye û Ewrupa ji bo hewalekirina pereyan bikaraniye, lê belê ji hemûyan çalaktir dezgeha danustandina pereyan ya (Elxalîdî) bûye ku li dawiya 2016 da wekî girîngtirîn dezgehê darayî ya Da’îş hatiye bikaranîn.

Back to top button