Nivîsar

Dewletê Botan zeft kiriye nuha dora Behdînanê ye!

“Dilê rojhilata navîn Kurdistane û dilê Kurdistanê Botan û Behdînan e. Ewên hukmê li Botan û Behdînanê bikin wê hukmê li hemû Kurdistanê bikin.”

Ev tespît ji aliyê lehengekî “bênav” di salên 80ê de hatibû kirin. Piştî sala 84ê şerê çekdarî li Bakûrê Kurdistanê destpêkir di encamê de Botan bi temamî kete destê dewleta Tirkî, cihên ku dewleta Tirkî tu carî nikarîbû leşkeran bişînê, îro bi temamî di binê kontrola wan de ye. Kalekolên dewletê li ser hemû çiya û girên Botanê hene. Ji sînorên Mawayê heta çiyayê Reş, Gabar, Cûdî, Besta û li cihên dinê…

Dewletê Botan zeft kiriye nuha dora Behdînanê ye…

Herêma Heftanînê, Botanê û Behdînanê bihevre girê dide.

Li gor agahiyên ku ji heremê tên, dewleta Tirkî bi operasyonên xweyî dawî dixwaze di navbera Botanê û Behdînanê de heremeke “ewle” ji bo berjewendiyên xwe ava bike. Ji bo dewleta Tirkî kontrol kirina Kurdistanê meseleyek stratejîke, avabûn û hebûna Tirkî li ser esasê înkar û îmha ya netewa Kurd e. Armanca operasyonên dewleta Tirkî raste rast li beramberî desthilata Başûrê Kurdistanê ye. Bi girtin û bicîhbûna li herema Behdînanê dixwaze planên xweyî demdirêj pêkbîne. Ji bo dewleta Tirkî mesele ne tenê girtina sînoran û “ewlekariye”. Planên dewleta Tirkî ji vê yekê gelek mezintir e. Generalên Tirka, bi rêya çapemeniyê eşkere bahsa misaqî-millî û Musil û Kerkûkê dikin. Di bin hişmendiya rayedarên dewleta Tirkî de ew herem hîn jî ya wane û bi darê zorê ji wan hatiye stendin. Li gor wan ew doza mafê xwe dikin.

Dewleta dagirker ya Tirkî çawa cesaret dike?

Bi kurt û kurmancî!

Ewelen fikr û tevgera apocî, ne ji nava Kurdan derketiye û bûye bela serê dewleta Tirkî. Berovajî vê yekê apocitî, li paytexta Tirkî li Enqera, li baregehên dewleta Tirkî hatiye damezrandin “made in Turkey e” û bûye bela serê Kurdan û gelên Kurdistanê. Heta ku em vê rastîyê nebînin û li beramberî vê yekê ne xwedî helwestbin emê tu carî nikaribin planên dagirkeran têk bibin. Apo bixwe nuha li cem dewletê ye û xizmeta wan dike.

Bi destên dewletê û kadroyên apocî, fikr û raman û tevgerên neteweyî li Bakûrê Kurdistanê ewqas lawaz bûye ku êdî li Bakûr “pel nalive”. Lib û tevgerek ji bo dewleta Tirkî bibe xeterî nîne. Dewlet çi bike bila bike di nava miletê Kurd de li beramberî vê yekê tu bertek nayê nîşandan. Ev yek cesaretek gelek mezin dide dewletê, mixabin şert û mercên pêvajoya Kobanî îro li Bakûrê Kurdistanê ji binîve nemaye. Bila kes bûyerên pêvajoya Kobanî bi tevgera apocî girê nede, li Kobanî milet rabû ser piyan, kadroyên apocî ew serhildana bi wate jî dîsa bi kiryarên xwe “krîmînalîze” kirin.

Perçebûn û nakokiyên navbera hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê.

Ger hêzên Başûrê Kurdistanê li nav mala xwe yekrêz û di meselayên neteweyî de xwediyê yek helwestê ba îro dewleta Tirkî ewqas bihêsanî nikarîbû serweriya wan nasnekira. Me bivê me nevê di êrişên dewleta Tirkî de cihên têne bombebaran kirin axa Başûrê Kurdistanê ye û kesên sivîl ku di encamên van êrişan de dibin qurbanî hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê ne.

Nebûna stratejiya neteweyî ya Kurdan.

Her ku dewleta Tirkî êrişî Kurdistanê dike, fikr, raman û hestên nijatperestî li nav miletê Turk geştir û xurttir dibe. Li beramberî vê Kurd ji fikr û raman û hestên neteweyî dûr dikevin.

Li gor hin Kurdan dewleta Tirkî dujmin e, Îran û Iraq û Sûrî dostin. Li gor hin Kurdan jî Iraq, Sûrî û Îran dujmine tenê dewleta Tirkî doste. Di eslê xwe de li beramberî Kurd û Kurdistanê cûdahiya wan tenê rengên alayên wan û navê dewletên wane. Dikarin hemû nakokî û dujmindarîyên xwe di nava rojekê de bidine aliyekî û bihevre şerê Kurdan bikin. Li beramberî vê rastîyê pêşeng, zana, rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û çalakvanên Kurdan rola xwe nalîzin. Bêkordîne û bêsîwan û bêhelwestin. Tirkan û Îraniyan li Kerkûkê û li Efrînê gelek tişt ceribandin wexta dîtin ku miletê Kurd bêhelweste, nuha dibêjin “em çi bikin wê bo me biserife” û çi ji destên wan tê dikin.

Kurd çi dikin?

Bi rêxistin nabin, rêxistinên hene çalaktir û mezintir nakin. Hin kesên ku bi salane li ser kursiyek biçûk runiştî ne bi kursiyên xwe digrin û bi şevan dibin mala xwe ditirsin ku hinek kursiyên wan ji wan bidize.

Xelkê welat diziye, Kerkûk, Efrîn çûye nuha dixwazin Behdînanê jî bibin, gelo pêşengên miletê me li kûderê ne?

Xuyaye mаne li bendа
“Comerdiyа demokrаtên Rojаvаyî
bаzirgаnên jahrê û
mаne li bendа comerdiyа xаnimên Ewropа…”

SERHAT MÊRDÎNÎ

Back to top button