Kultur

Tosinê Reşîd: "Evîna te ez parastim"

Ji Weşanên Han romana  Tosinê Reşîd:  “Evîna te ez parastim” 
Bîranîn-romana nivîskarê Kurd Tosinê Reşîd ya bi navê “Evîna te ez parastim” ji nav Weşanên Hanê derket.
Wek di her berhemên xwe de wisa bi serkeftî û bikêr, Tosinê Reşîd di romana xwe ya dawî de jî Kurdiya xwe ya  xweşwaz û dewlemend xistiye nav rûpelên hestyarî, dildarî û ezmûnên jiyaneke mîna efsaneyeke dûr û dirêj. “Evîna te ez parastim” ji destpêkê heta dawiya pirtûkê mirov dixe nav şerekî navxweyî û nefsî ya kesayetiyeke binnekeftî, ti caran radest nebûyî.
Şikyayî, lê ti caran netewiyayî…

Mîna feylespfekî Ermen, hûnermendekî Zeradeştî, seyîdekî Sersorî dil û mejiyê mirov di vê pirtûka efsûnî de dike pêşberî darizandineke serberzî û wêjdanî…
“Evîna te ez parastim” mîna ku şairê Kurd yê mezin Ehmed Arif gotibû, “Evîna te ez bernedam/Birçî mam, tî mam/Xayîn, tarî bû şev/Can xerîb, can bêdeng/Can parçe parçe/Û destên min di kelemçê de/ Bê titûn, bê xew mam/Evîna te ez bernedam giyanê mirov dilerzîne û di nav jiyaneke pir bi eziyet û xemgîn de be jî, sedema pîroz ya dilshadiya jiber mirovbûnê dixe ser dilê mirov.

Gava min ew berhema hêja ya Tosinê Reşîd dixwend, ji serî heta dawî, hem sewaneyên Ehmedê Arif û û hem jî rêzên romana “Evîna te ez parastim” li ser dilê min li hev aliyan û danûstandineke hestî û dilsozî di navbeyna van derdu kesayetên mezin yên Kurd de ez bi zêdeyî bi bandur kirim…
Evîn, birînên evînê, hesret, xeyalşikestinên kûr û her wisa dîsa jî parastina hemî hebûna bingehîn ya mirovayetî û Kurdayetiyê di vê romanê de li ber çavên dilan de xwe diyarde dikin. Hela ew gotna şairê Ermen ku dibêje; “Evîna yekem mîna nanê kût e, ew qas bi tam lê yekser têkçûyî…”
Çi bêjim, divê ev berhem bihête xwendin, wê çaxê hûn dê mafî bidine min ku ez behsa rastiyeke çawa dikim, divê hûn vê berhemê bixwînin.
Wê çaxê wê bihête dîtin ku di efsaneyên evînê de zimanê Kurdî çawa dibe afateke bê dawî…
Û ev ziman bes dilekî dilsoz û kesayeteke neradestbûyî divên, ne tiştekî din…
Wekî min gotibû, divê hûn bixwînin…

Kerem bikin nasnameya “Evîna te ez parastim” û her wisa beşeke ji wê…
KNN/Zagros Baran

 
Evîna te ez parastim * Tosinê Reşîd
© Han-Grafik & Tosinê Reşîd
Çapa 1. – 130 Rûpel
Berlîn/Mıjdar – 2010
Weşanên Han – 55
Roman – 27
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Wêne: Alî ZûlfîkarAli Zulfikar
 
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranaçstr. 62, 12157 Berlîn
Tel.: 00 49 (0) 30 47 98 70 52-53
Fax: 00 49 (0) 30 47 98 70 54
www.evra-kitap.com
 [email protected]
ISBN: 978-3-9424735-00-1

 Sala 2005 an min li Hewlêrê, li hotêla «Erbil International», ku Hewlêrî jê re « Şeraton » dibêjin, hevalekî xwe, yê salên xwendkariyê dît. (Niha mirovekî bi nav û deng e û li Avropayê dijî).  Ji wan salan dest pê kirî dostanîke baş di navbera me de hebû ku heta destpêka salên 90-emîn jî domand.  Lê sala 1993 an me herduyan jî berê xwe da koçberiyê û di hingê de yek û du ne dîtibû.

Gava min cara yekemîn ew li salona hotêlê dît, min bi carekê ve nas nekir, nav van çend salên borî de gelekî hatibû guhastin; teherekî kal bibû, çavên demekê netevitî ku agir ji wan dipekiya, niha di kor de çûbûn, aşt bibûn û ji melûltîke betreng re bibûn hêlîn. Têlên sipî ku berî derketinê hemangî di nav gulanckên wî de xuya dikirin, niha xwe berdabûn porê wî gişkî, çendekan xwe gîhandibû buriyên wî jî. Pirbêjê berê, te pirs nedayê, deng jê dernediket, bêtirî demê di xwe de ponijî bû.

Gava min cara yekemîn dît, min tirê pişta wî kûz jî bûye, lê dû re min texmîn kir, wekî ew bi xwe teherekî xwe diqincilîne ser hev.
Wî gelekî dixwest lê ji wî re li hev ne dihat xemgîniya xwe ji min veşêre. Bi teherekî bê tabetî bal wî peyda bibû, te tirê ser dilê wî derdekî mezin pingav girtiye ku dike bide der, lê ew naxweze ew derd diyar bibe û hê jî ji wî re li hev tê rê lê bigre.  Ez jî zêde bi ser ve neçûm, min sebebê xemgîniya wî jê ne pirsî. Salên berê bûna, min ê tepek lêxista û bigota: “Kuro, çi bûye, nîvê sedî dîsan pêncî nîne? Çiye, dibe bûye bîst û pênc!”  Û em ê bikeniyana. Lê ewqas sal derbas bibûn, dor me ewqas guhastinên mezin pêk hatibûn, gava ew naxweze derdê xwe ji te re bêje, êdî ji bo çi gerek tu jê pirs bikî. Ji alîkî mayîn ve eger rastî bê gotin, hewasa wan salan bal min jî êdî ne mabû. Pêra jî salên me ew sal nîn bûn, tu nikarî hema usan, seva hewasê tepê pişta mêrê şêst û pênc salî bixî. Ew jî li salona hotêlê, wekî gelek kesên nas jî lê hebûn.

Xemgîniya wî em teherekî ji hev dûr xistin, di navbera me de bû dilsarî û wê rewşê heta roja dawî domand.  Roja xatir xwestinê bêtabetî bal wî hê zêde bibû, min texmîn dikir dixweze tiştekî gelek giring ji min re bêje, lê hê jî nikare biriyara dawî bigre. Wek deh hûrdeman berî rêketina min, wî bi destê dilerizî çend rûpelên nivîsar dirêjî min kirin û got:
“Ev hinek bîranîn û mitalên min in, hilde, tu carna dinivîsî, dibe kêrî te bên.” Kurtedemekê rawestiya û serê xwe kire ber xwe. Dihat texmin kirin, wekî gotina xwe temam ne kiriye, lê domandin jî ji bo wî ne hêsan e, lê dîsan jî serê xwe bilind kir, li çavên min nihêrî û bi dengekî qey bêjî lava di tê de hebû, ser gotina xwe de zêde kir: “Tenê bi şertekî; navê min gerek tu ciya neyê nivîsar û neyê hildan, bi gilîkî mayîn, li rûbarê dinê gerek tenê tu zanibî, wekî min ew nivîsîne. Tek tenê tu.”

Çavên wî şêlû bûn û min di wan de hêstirên veşartî jî texmîn kirin. Dilê min seva wî êşiya, lê min sebebê xemgîniya wî dîsan jî pirs nekir. Ez bawer bûm bersiva pirsên xwe di wan çend rûpelên wî de bibînim. Min ew ji destê wî hildan û gotê:
“Baş, ez ê bixwînim û ji te re têlêfon bikim.”
“De êdî tu zanî, çawan dixwezî usan jî bike.”
“De, bi xatrê te” min destê xwe ji bo xatir xwestinê  dirêj kirê. Dilsariya van çend rojên dawî di navbera me de diyar bibû rê neda ez wî mîna caran hemêz bikim û bi pêsîra xwe ve biguvêşim. Lê wî, dewsa destê min bigre, xwe avîte pêsîra min, ez hemêz kirim û got:
“Hêvîdarim ev hevdîtina me, ya dawî nîn be.”
“Hêviya me xwedê.” Min got, me hev berda û ez avtomakînayê siyar bûm.
Çawan min di balefirê de ciyê xwe xweş kir, bi carekê ve ew kaxez ji beriya xwe derxistin û dest bi xwendina wan kir.  Min dixwest gavekê zû bizanibim, ka di wan de çi heye, ka ew çi derd bû, wekî hogirê min kiribû wê rewşê?  Divêt ew di derheqa tiştekî gelek giring, tiştekî gelek nêzîkî dilê wî de bûna, divêt ew di derheqa razeke ji bo wî pîroz de bûna, wekî hevalê min heta roja dawî, heta siheta dawî jî dudil bû, nizanibû bide min, yan na. 
Divêt di wan de razeke bi salan veşartî, derdekî mezin hebûya!
Hema di destpêkê de min texmîn kir, wekî di wan kaxazan de çîroka evîna wî ye.  Agaha min ji wê evînê hebû, salên xwendkariyê ew evîn ser zarên  me gişkan bû.
Min çiqwas xwend, ew berhem ewqas bi min xweş hat, ji dil hatibû nivîsar, bi kel û bîn hatibû nivîsar. Berhemekî balkêş bû û min çawan xwendina wî temam kir, di dest xwe de ji wî re têlêfon kir:
“Bira, tu nivîskarekî tam î û te heta niha ji me re ne digot. Lê îcar hevaltî usane, erê!” Min bi dengekî şa got, lê di dengê wî de melûltî zêde bû.
“Xweşiyê xwe min dikî, erê, ez ku, nivîskarî ku, çend mitale û bîranîn bûn, bi şev û roj ji serê min dernediketin, min jî spartine kaxezê.” 
Lê ez ne bi wê bawariyê bûm.
“Na, ez ji dil dibêjim, xweşiyê xwe te nakim. Bi rastî berhemekî hêja ye û ez ê bişînim ciyekî ji bo çap kirinê. Bira ev jî bibe yekemîn pirtûka te.”
 “Min ji te re gotiye, çawan dixwezî bike, tu bi kêfa xwe yî, tenê tu ciya gerek navê min neyê dayîn.”
“Ê baş, qet usan dibe, te nivîsiye, ez çawan navê te daneynim? Lê ez ê navê kî daynim? Xwe ez nikarim bin berhema te de navê xwe daynim.” 
Ew ji ya xwe nehate xwar, dîsan bi wî dengê melûl gotina xwe dubare kir:
“Min di berê de ji te re gotiye, çi dixwezî bike, çawan dixwezî bike, lê bilî te, li rûbarê diniya ronik divêt tu kes nizanibe, wekî min ew nivîsiye. Tenê bi vî şertî tu dikarî çap bikî.  Em hevalên çil û pênc salane, me rojên xweş, rojên talî-tengiya gelek bi hev re derbas kirine, usan neke sera-pîra dilsarî bikeve navbera me.  – Hinekî rawestiya, paşê bi dengekî ku dilmayîn jê dihat texmîn kirin, gotina xwe domand. – Eger rêyeke mayîn nabînî, biqelêşe, bavêje.”
“Tu dilê xwe dikî, bira.” Min bi dilgermî got, lê wî, qey bêjî gotina min ne bihîst.
“Min di berê de her tişt ji te re gotiye, baş dibe em vê pirsê zêde dirêj nekin.”
Wî rêyên pêşiya min gişk girtin û ez neçar kirim bi wî re bême rayê:
“Çi bêjim, tu şaş î, lê bira bi gotina te be.”
Di vê berhemê de hinek tev li hevî heye, hinek beş dikarin ne di ciyê xwe de bin, di hinek beşan de ciyê kurt kirinê dikarin hebin, lê min destê xwe ne dayê, çawan ji dilê hogirê min hatiye der, bira usan jî bigihîje destên xwendevanan. Çiqwasî jî wî nehîşt ez navê wî ser binvîsim û got çawan dixwezî bike, lê dîsan jî berhem ya wî ye, mafê min tune tu tiştî jê biguhêzim.  Ez bawarim xwendevan wê li min gazin nîn bin.
De ev hûn, xwendevanê delal, ev jî berhema hogirê min.

Back to top button