S. Tanrikulu û CHP…

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Sezgîn Tanrıkulu, parêzer e. Endamê Baroya Amedê ye. Parêzerekî navdar e. Wî, du peryodan/deman ji Baroya Amedê re serokî kir. Piştî ku bû serokê Baroya Amedê, ji aliyê reya giştî ya Tirk û kurd de ji nêzik de hat nas kirin. Ji aliyekî de statuya Baroya Amedê bi xwe jî, hêzek da wî. Wî jî, li ser navê Baroyê Amedê li Kurdistanê gelek karên baş pêk anîn; konferans, panel lidarxistin. Ew beşdarî konferansê navneteweyî bû. Xelata navneteweyî jî wergirt. Di 2007-an de xwest ku di DTPê de bibe parlamenter, lê DTPê ew nepejirand. Di hilbijartinên herêmî de jî xwest ku bibe berhilbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê demê jî, ji aliyê DTPê de nehat pejirandin, loma jî neket hilbijartinê.

Sezgîn Tanrikulu piştî ku bû kesekî navdar, televîzyon û rojnameyên tirkan ji bona “pirsa kurd”, bûyerên li Kurdistanê pêk dihatin, nerînên wî wergirtin. Sezgîn Tanrikulu di programên televîzyonan û hevpeyvînên rojnameyan de bi giştî li ser “pirsa kurd” û mafên neteweya kurd nerînên xwe diyar kir. Ji mafên neteweya kurd re bi giştî xwedî derdiket, lê ji bona statûya siyasî ya Kurdistanê, ji bona desthilatdariya neteweya kurd, tu wext nerînên xwe nedianî ser zimên.

Di nerînên wî de ez gihîştibûn wê qenaatê ku Sezgîn Tanrikulu li dijî dewletbûn û federebûna Kurdistanê ye.

Beriya vê demekê min, li ser rewşenbîrên kurd nivîsek nivîsand. Serekrêza nivîsa min “gelo rewşenbîrên kurd çima li dijî dewleta kurd in?” bû. Di wê nivîsandina xwe de min diyar kiribû ku “Rewşenbîrên kurd ji bona miletê filîstin gelek bi hêsanî dewlet dixwazin, an jî piştgiriya dewletbûna miletê filîstin dikin. Hezar mixabin rewşenbîrên kurd pirsa neteweya xwe bi vê nerînê nanirxînin.. Di pirsa neteweya kurd de pîvanên navneteweyî û yên xwezayî bi kar nînin. Li dijî dewletbûna kurdan e.”

Min wek mînak jî çend rewşenbîr anîbûn ser zimên. Sezgîn Tanrikulu jî yek ji wan bû.

Piştî min ew re xne kir, helwesta wî li hemberî min hat guhertin. Helwesta wî helwesteke medenî nebû. Wusa diyar dikir ku ji rexneyan re tehemûla wî tune ye. Kesên wî rexne dike, wek dijmin dihesibîne.

Di danûstandina min û wî de derket holê ku ew ji rexne û nirxandina min gelek eciz bûye. Rojekê dema ku em hatin hember hev, wî diyar kir ku “Keko beriya ku te nivîs nivîsand, te ji min bipirsiya dê baş bibûya.”

Wê demê ez xemgîn bûm. Min wusa fahm kir ku Sezgîn Tanriıkulu Dewleta Kurd diparêze; lê di vê merheleyê de nikare bîne ser zimên.

Loma jî min dixwest ku ev vê yekê ji reya kurd re diyar bikim.

Hezar mixabin piştî ku Sezgîn Tanrikulu bû endamê CHPê, xwe derewçî û ez jî rast derxistim. Lewra kesek, di dilê xwe de, parêzgerê Dewleta Kurd be, tu wext nabe endamê CHPê.

Wek tê zanîn, CHPê, partiya M. Kemal Ataturk e û berdewamiya Rêxistina îttîhad-Terakkîyê ye. Damezranêra Dewleta Tirk ya unîter û neteweya tirk û otorîter û kolonyalîst e.

CHPê û berpirsiyarên wê, piştî avabûna Dewleta Tirk, hebûna netweya kurd înkar kir, hemû mafên neteweyî yên gelê kurd xesip kir, li hemberî serîhildanên milî yên li Kurdistanê qetlîam pêk anî. Ji bona jenosîda neteweya kurd û tirkkirina kurdan siyaseteke fermî pejirand. 

CHPê, di vê merheleyê de û di sedsala 21-an de jî, li hemberî neteweya kurd xwediyê eynî siyasetê ye. Ew siyaseta, siyaseteke faşîzan, otorîter, kolonyalîst e. Di van salên dawî de Hikumeta Partiya AKê ji kurtdan re biçek tehemûleke nerm nîşan da, CHPê li dijî wê jî derket.

Serokê giştî yê CHPê Kiliçdaroglu, bi xwe kurd e, ji bajarê Dersîmê û elewî ye. Lê dibêje “ez turkmen im”.

Gelo kesek ji dewleta kurd re piştgir be, mafên neteweya kurd yên milî û desthilatdarî biparêze, dikare bibe endamê CHPê?

Ehmed Turk: Kurdekî neaşitîxwaz û nedemokrat e…
Di van salên dawî de Ehmed Turk jî, wek siyasetvanekî kurd bû kesekî navdar. Bi taybetî jî, ji aliyê rewşenbîr û siyasetvanên tirk de wek serokekî, hem jî wek serokekî aşitîxwaz û demokrat hat pêşkêş kirin.

Her rojnamevanekî û rewşenbîrekî pesna wî dida.

Ew terîfa Ehmed Turk, di nav kurdan de jî bi awayekî dihat pejirandin. Ez bi xwe ne di wê baweriyê de bûm ku Ehmed Turk Serokekî kurdan e. Min gelek aşkere nivîsand ku Ehmed Turk ne serok e, ew xulamê Evdillah Ocalan e. Ew bi serê xwe nikare tiştekî bike û ew xwediyê biryarê nîn e.

Ew,  biryara kolektîf a PKKê û bi taybetî jî ya Ocalan tetbîq dike û dixe jiyanê.

Di pêvajoyê de û di vê merheleyê de jî, ev nerînên min li ber çavên reya giştî ya kurd û tirk zelal bûn. Rewşenbîr û rojnamevanên Tirk, nikarin nûha gelek bi hêsanî ji serokbûna Ehmed Turk behs bikin. Lewra ew jî dizanin ku Ehmed Turk çi bibêje jî, qiymeta wan nerînan tune ye. Ew rastiyên xwe bi daxûyaniyê Ocalanî dikare gelek bi hêsanî biguhere.

Rewşenbîr û rojnamevanên Tirk bes nedigotin ku Ehmed Turk serok e, di heman dem de digotin ku Ehmed Turk serokekî aşitîxwaz û demokrat e jî.

Ew nerîna wan jî şaş bû.

Lewra Ehmed Turk, baş dizane ku: PKKê çend kurd kuştine. PKKê çawa xwestiye rêxistinên Bakurê Kurdistanê tasfîye bike. Serokên rêxistinê Kurdistanê kuştine.

Ehmed Turk dizane ku PKKê serokê Dengê Kawayê Ferîd ûzun kuştiye. PKKê bi sedan endamên KUKê, Riya Azadî, DDKDê; pêşmergeyêm PDK a Iraqê û YNKê, siyasetvanên Rojhilata Kurdistanê û Rojavayê JKurdistanê kuştiye.

Ehmed Turk dizane ku PKKê li Uppsalayê Enver Atayê Batmanî, li Stockholmê di nav hezar kesî de Semîrê (Çetîn Gungorê) Dersîmî, li Başurê Kurdistanê Resulê Bîngolî, Li Qamişliyê Mehmed Şenerê Batmanî kuştiye.

PKKê di van salên dawî de Hîkmet Fıdan kuştiye. Hîkmed Fîdan hevalê wî bûye û di partiyê de ji wî re cîgirî kiriye.

Ew baş dizane ku PKKê li Sileymaniyê li Başurê Kurdistanê Kanî Yilmaz (Faysal Dumlu) kuştiye.

Ehmed Turk tu dem li hemberî van bûyerên komkujiyê û trajedîk derneketiye.

Gelo Ehmed Turk dê çawa li hemberî tehdîta PKKê ya li hemberî Orhan Mîroglu derkeve?

Her kurdekî dilsoz dipan ku Ehmed Turkê ji bona Orhan Mîroglu helwest nîşan bide. Lewra Orhan Mîroglu hevalekî wî nêzik bû.

Lê ew payîna dilsozên kurd, dîsa vala derket. 

Ertugrul Kurkçu aqlê xwe yê berê didomîne…
Di van rojên dawî de xwepêşandinên xortên dibistanên bilind di rojevê de ne. Li ser van xwepêşandinan minaqeşeyên dijwar hene. Gelek minaqeşe, bi mentalîteya hevrikî û dijberbûnê û bi dijminatiya siyasî te ser zimên.

Aşkere ye ku gelek kes û hêz jî dixwazin xwepêşandin û tevgerên xortan ji bona berjewendiya xwe ya siyasî bi kar bînin. Lewra tê zanîn ku tevgera xortan, beriya Darbeya 27-ê Gulana 1960î, Darbeya 12 Adarê û 12-îlonê jî bi kar hatin.

Ji demên buhurî divê ku her kes ders dexe. Bi taybetî jî, aktorên wê demê, aktorên Tevgera Xortan ya 27-28 Nîsana 1960-yî, 1968-an, piştî salên 1974-an, ders dexin û ji xortan re riya rast nîşan bidin.

Lê wusa xuya ye ku beşek aktorên wê demê dixwazin ji xwepêşandinê xortan îstifade bikin, ji bona berjewendiya xwe ya siyasî û entellektûelîvan xwepêşandina bi kar bînin.

Ji bona xwepêşandinên xortan di televîzyonê de Ertugrul Kurkçu nerînên xwe diyar kir.  Ertugrul Kurkçu, bêqeyd û şert ji metoda xortan re piştgirî kir. Vê jî derxist holê ku ew mantelîteya xwe ya berê didomîne.

Wek tê zanîn Ertugrul Kurkçû û hevalên wan, di sala 1968-an de û piştî wê metodên şaş bi kar anîn, loma jî ji darbeyan re bûn alîkar. Dîsa ew bûn sedem ku xortên wê demê gerîlatiya bajêr bimeşînin û çek bi kar bînin. Di encamê de bûn sedam ku Mahîr Çayan û hevalên wî; Denîz Gezmîş û hevalên wî; bi sedan xortên kurd û tirk, çep û rast bên kuştin.

Hîç şik tune ye ku rejîmên wê demê û îro, rejimên demokratîk nîn in û ji maf û azadiyên xortan re rêzgirtî nîn in.

Divê ji maf û azdiyên xortan re bi qerardarî piştgirî bê kirin. Lê di vê piştgirî de û di tevgera xortan de metodên tên bi kar anîn jî gelek gîrîng in.

Divê di tevgera xortan de metodên meşru/rewa bên bi kar anîn. Dema ku metodên meşrû nayên bi kar anîn, piştî demekê tevgera xortan ya heq, meşruiyeta xwe wenda dike.

Amed,11. 12. 2010

Nerîna min :