Tixûb û îradeya derwêşan

Piraniya Kurdan di nava xwe de kêşeya wan a sînorên Sykes-Picot heye û armanca wan yekbûna welat û neteweya wan e.

Lê piraniya wan bi derbirîn û pratîkê jî vê yekê mîna îradeyekê nîşan nadin. Îro, baweriya derwêşên terîqeya Qadirî û murîdên Şêx Mihemedê Kesnezanî, îradeya şikandina sînor ji me re çêkirin.

Îro bi sedan derwêşan ne ku bi baweriya niştimanî, lê bi baweriya terîqeya xwe sînor derbas kirin. Tevî rêgirtin û teqandina guleyan a Pasdaran û rêgirtina polîs û asayîşan li deriyê sînorî yê Başmaxê.

Bi raçavkirina wê yekê jî ku gelek ji wan derwêşan di dema hatina vî alî ya deriyê Başmaxê de, axa Kurdistana azad maçî dikirin, lê dîsa ne ji ber baweriyeke niştimanî û rêbaz û navtêdana partiyekê bû; lê ji ber baweriya wan bi terîqe û şêxê wan bû ku ev îrade li ba wan çêbûbû.

Niha vîrûsa Koronayê û webaya COVID-19ê hene. Hatina geştyaran ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo Herêma Kurdistanê qedexe ye. Derwêşan rêkar û tedbîrên tendirustî raçav nekir, metirsiya vê li ser wan û li ser kesên ku li Başûrê Kurdistanê tev li wan bibin heye.

Ev hemû rast û giring in, lê xala ku ez dixwazim li ser bisekinim cudatir e. Anku ew îradeya ku wan ji baweriya xwe wergirtiye wisa kiriye ku ew ji şikandina sînor netirsin û guh nedin xetera Koronayê jî.

Xala ku ez dixwazim li ser bisekinim ew e ku ev şikandina sînor dibe ku gelek pirsan li ba şîrovekarên siyasî û civakî çêbike û di encamê de jî gelek gengeşe û gotûbêjan derxe hole.

Ji ber çi terîqe û şêx vê îradeyê çêdikin ku sînor bê şikandin û hizb vê îradeyê bi vî awayê cemawerî çênakin? Gelo tenê ji ber ku ew ji bo helkefteke olî-civakî hatine, ji ber vê pêşbîniya rêgiriyên zêde li herdu aliyan nekirine û çaverêyî karvedana paşê jî nakin an armanca tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurdistanê li jêr navê ketwarbûnê ji aliyê partiyan hatiye guhertin û cudahî di navbera armanca rasteqîne û ragihandî ya hemû partiyan û endamên wan de heye û ev jî kêşeyê ji bawerî û îradeyê re çêdike?

Gelek bûyer û karvedanên wan, fikrînê bihêz dikin û nerînan jî diguherin. Yên ku li kuştina çermreşê Amerîkayê ji aliyê polîsekî çermspî ve temaşe kirin pirr bûn. Lê yên ku nerazîbûnên hişyar nîşan dan, gelek nerînên nû jî anîn nav hizra gelek kesên rûniştvanên malên xwe jî.

Kuştina George Flued di roja 25ê Gulana 2020an de û ew nerazîbûna di pey re hat, baweriya gelek kesan li beramber beşekî dîroka wan û dîroka cîhanê guhert, nerîna wan li beramber gelek kesayetiyên dîroka wan jî guhert.

Gelek kesên nerazî gava li reftara efserê polîs Derek Chauvin temaşe kirin, hizr li reftara wan serkirde û sembolên Amerîkayê jî kirin ku pûtên wan li bajarên Amerîkayê hatine bilindkirin û bi destûr û biryar û qanûnên wan bi sedan hezar çermreş di jiyaneke xerab û tije çewisandin û perçiqandin de jiyane yan hatine kuştin.

Ew nerîn bêyî zêde guhpêdana ji aliyê dezgehên medyayê derbasî gelek welatên Ewropayê jî bû. Ev pirs li ba gelek kesên nerazî çêbû: Gelo ew kesên ku di pirtûkên dîrokê de li ba me hatine şîrînkirin û hezkirin û li bajaran pûtên wan hatine bilindkirin, ne heman kes in ku li welatên din însanên bêguneh kuştine û ew kes îşkence kirine ku daxwaz kirine azad bibin û welatê wan serbixwe bibe!

Ji ber vê hewldanên zêde ji bo rakirina wan pût û peykeran pêk hatin, tew hejmarek kesên Kurd jî li Londonê daxwaza rakirina pûtê (Arthur Harris) kirin, ku ew kes di sala 1922an de pîlot bû û yek bû ji kesên ku bombeyên napalm li Başûrê Kurdistanê dan û mirovên Kurd kuştine. Gava ew kesên Kurd pûtê wî dibînin, ew dîroka nexweş tê bîra wan.

Ez bawer nakim ku bûyera şikandina sînor a derwêşên Rojhilatê Kurdistanê û hatina wan bi vî awayî bo Başûrê Kurdistanê, ti tevgereke cemawerî bi dû xwe de bîne. Lê ez di wê baweriyê de me ku wê gelek pirsan di derbarê pêwendiyên niştimanî û neteweyî yên gelê Kurd de gurr bike.

Ev bûyer dê gelek pirsên siyasî tev bide û careke din tevlîheviya neteweyî-civakî ya neteweya Kurd a parçekirî berçav bike.

Lê, gelo ma wê ev bûyer guherînekê di fikrîna me ya civakî û siyasî de jî çêbike? Çêdibe ku ev cihê guftûgoyê be.


Ako Mihemed

Nerîna min :