Polîtîk

Şêx Nehro Kesnezanî ji terîqetê ber bi siyasetê

Bi hezaran derwêş hatin bajarê Silêmanî bo ku beşdarî li rêwresma veşartina Şêx Mihemed Abdulkerîm Kesnezanî da bikin ku roja çarê temmûza 2020 li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka koça dawî kir.

Derwêşan di cîh de şûna Şêx Mihemmed destnîşankirin û kurê mezinê Şêxê koçkirî ku Şêx Nehroyê Kurê Şêx Mihemmede cîhê wî girt. Şêx Nehro karên siyasî û aborî li gel gelek welatan heye, bi taybetî jî li gel Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka.

Li meha temmûza 2018, Şêx Nehro Kesnezanî nameyek ji bo Jhon Bolton Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimaniya Koşka Spî û Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka nivîsî. Li gor raporeke rojnameya (Washington Post) ya Amerîkî, Nehro Kesnezanî li nameya xwe da hêvî xwest: “Bigihîn armancên xwe yên hevbeş ku li lawazkirina rejîma Melayên Îranê û dawî anîna desthilata wî welatiye”.

Lê belê Şêx Nehroyê temen 51 salî her bi wê yekê ranewesta, çar meh piştî wê nameyê û li roja 30ê tişrîna duyem da çuye hotela Navdewletiya Trump li Washington û 26 şev li jûra xwe ya qeta heştem ya hotelê maye ku tê pêşbînî kirin dehan hezar dolar heqê Hotelê dabê.

Rojnameya Amerîkî lîsta mîhvanên VIP yên dehan rojên sala 2018 li hotelê mane bi destxistiye ku li gor lîsteyê mayîna Şêx Nehro ji hemûyan zêdetire.

Şêx Nehro ku li Ammana paytexta Urdinê li xaniyeke mezin da nîştecihe û yek ji xizmetkarên wî bi (Washington Post) ragihandiye: “Em zêdetir li hotela Hey Adems dimînîn, lê belê me bihîst ew hotela nû ya Trump li Washington heye û me hizra wê yekê kir ku kir cîheke başe ji bo mayînê”. Her wiha dide zanîn ku ne ji bo mebesta lobîkirinê wê hotelê hilbijartine.

Hotel ji ber ku ya Trump, cihê civîna siyasetmedaran û wan kesane ku karê wan li gel karubarên Hikûmî ve heye. Ji ber eweye ku divê cihê hewandina wan kesayetiyên biyaniye ku dixwazin ajandaya xwe pêşkêşî îdareya Donald Trump Serokê Amerîka bikin.

Întîfaz Qenber Peyvdarê Şêx Nehro ku di dema mayina li hotelê de pêre bûye, bi rojnameyê ragihand: “Gelek kes alîgirê Trump, gelek balyoz, gelek xelkên girîng li hotelê bûn, lê belê me li gel wan neaxaftiye”.

Ew kompanyayên serpereştiya hotelê dike, amade nebûye masraf û têçûna mayîna Şêx Nehro eşkere bike, lê belê balkişandiye li ser wê yekê ku pereyê wan bexşîne gencîneya Amerîka. Li gor raporê mayîna Şêx Nehro û qazanceke wekî “Piştevaniya biyanî” muamele li gel hatiye kirin ku ji bo karê bazirganiya hikumetên derekiye, di demek da Şêx hîç posteke hikumî nîne û peyvdarê wî dibêje wî bi xwe pereyê mayînê daye.

Li gor raporê nirxê switeke hotela Trump ji bo her şevek li navbera 1000 heta 2000 dolare.

Şêx Nehro sala 2007 li gel stêrka telefizyonî û sînemayiya Sûrî, Nurman Elî Mihemmed Esed El Zikrî (Nurman Esed) zewiciye, çar zarokên wî ji Nurman heye bi navên (Tîcan, Tac, Çinar û Rojîna).

Nurman ku li nav xelkê Kurdistanê ji ber zincîre televizyoniya (Cemîl û hina) hatiye nasîn sala 1975 li gundê Binacruya ser bi parêzgeha Lazqiye ji dayik bûye. Piştî zincîre komedî (Cemîl û Hina) li gel akterê navdarê Sûrî (Eymen Zêdan) zewiciye. Piştî salek jê cûdabûye, lê belê careke din vegeriya ye cem wî. Li sala 2003 dîsa ji Eymen cûda bû.

Paşê li gel Ednan Îbrahîm derhênerê Iraqî re zewicî, lê belê tenê dû salan li gel da ma û ji wî jî cûda bû. Paşê li sala 2007 li gel Şêx Nehro zewicî.

Back to top button