Polîtîk

Tirkiye û Poloniya konsolxaneyên xwe vedikin

Fekah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji rojnameya Aso  re eşkere kir ku karêbarên vekirina konsolxaneya Tirkiyeyê û Poloniyaê gihîştine qonaxên dawiy û di varên nêzîkan de ew her du welat di konsolxaneyên xwe li herêma Kurdistanê vekin.

Mistefa dibêje ku gelek welatên cîhanê ji bo vekirina konsolxaneyên xwe li herêma Kurdistanê serî li wezareta derva a Îraqê daye û  ” Em hêvîdarin ku wezareta derve a hikûmeta îraqê bi lez karên wan welatên dixazin konsolxaneyên xwe li herêma Kurdistanê vekin, pêkbîne.”

Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje ku hijmareke ber bi çav a welatan hewil didin ku, nûneratî û konsolxaneyên xwe li herêma Kurdistanê vekin, ji ber hindê:” Ev sal dê sala vebûna ber bi rûyê cîhanê ve be.”

Mistefa dibêje: ”Niha herêma Kurdistanê weke merkesekî giring e û welatên dinyayê bi çavekê gelek girin li herêma Kurdistanê dinêt in.”

 

Back to top button