Polîtîk

Erdogan bi tundî bersiva hêzên tarî da

Enqere – Serokwezîrê Tirkiye îro di civînekî ya partiya xwe de li ser rojevê û bûyerên di vê dawîyê de bûyin dîtinên xwe gotin. Taybetî di derbarê nûçeya rojnama Tarafê, ya ku sala 2003-ê yê leşkeran  xwestiye înkilabek leşkerî bikin gelek hişk helwest nîşan da. Erdogan di axaftina xwe de got; “ Em bi dengên 15 milyon insanan li vê derêne û bûne hukumet. Tu hêz nikare me ji desthilatdariya ku millet dayî me dûr bixe. Em bi hilbijartinan hatine û bi hilbijartinan jî diçin. Em tu caran sere xwe li ber tehdît û bûyerên ne hukukî natewînin. Bila herkes vê bizane û li gora wê gavên xwe bavêje. Li Tirkiye hinek hêz xwe li ser hertiştekî re dibînin lê tu hêz li ser parlementoyêre tunîne û parlemento îrada gele“

Back to top button