Waliyê Duhokê bi şandeyeke Koreya Başûr re civiya
Konsolusê Koreya Başûr yê herêma Kurdistanê, bi mebesta agehdar bûn ji rewşa wîlayeta Duhokê, serdana bajarê Duhokê kir û ji aliyê Temer Remezan waliyê Duhokê ve hat pêşwazî kirin.
Li Duhokê konsolusê Koreya Başûr bi berirsên îdariyên wîlayetê re civiya û di civînê de rola hêzên Zeytûn yên Koreya Başûr di nûjenkirina Kurdistanê de nirxandin û her dû alî tekaz li ser bihêzkirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan de, bi taybetî di warê berhemanînê de kirin.
Di berdewamiya civînê de Konsolusê Koreya Başûr got ku, hikûmeta Koreya Başûr dê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de berdewam beşdariyê bike û di pilana hikûmeta Koreyê de heye ku hijmareke pirojeyên xizmetcozarî li herêma Kurdistanê ava bike û hindek ji wan piorjeyan dê bo wîlayeta Duhokê bin.