Kultur

Li Stockholmê semînera M. Emîn Bozarslan


Di 23ê çileya 2010an de, bi amadekariya  Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, nivîskar û lêkolîner  M. Emîn Bozarslan li Kitêbxaneya Kurdî  ya Stockholmê semînerek li ser kitêba  xwe ya bi navê ”Bexçê Zimên”  da.  Gelek nivîskar, rewşenbîr û dildarên edebiyat û zimanê kurdî  beşdarî semînerê bûn.

Nivîskar M. Emîn Bozarslan di kitêba  xwe ya “Bexçê Zimên”  de li ser awayên rast yên hinek peyvên kurdî  rawestiyaye.  Ev kitêb cildê pêşî  yê vê xebatê ye û li gor aghadariyên Seyda, wê cildê dudan jî di demeke nêzîk de ji çapê re amade bibe.

Beriya semîner dest pê bike, Seyda û hinek mêvanên ku hatibûn semînerê, li ser gelek mijarên balkêş sohbetek hêja û rengîn kirin û dûre semînerê dest pê kir.

Semîner  bi xêrhatina nivîskar M. Emîn Bozarslan û beşdarên civînê ji aliyê Halûk Özturk  ve hate vekirin.

Nivîskar  M. Emîn Bozarslan li ser awayên rast  yên hinek peyvên balkêş rawestiya. Di vî warî de, weke bingeh edebiyata klasîk ya  kurdî, helbestavanên klasîk  û folklore kurdî bingeh û çavkanî girt. Piştî beşê pêşî  yê semînerê, Seyda kitêba xwe ji kesên li wêderê îmze kir.

Di dawiya semînerê de, hinek beşdaran  li ser mijara semînerê nerîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Semîner bi spasiya serokê  Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Zinar Soran ji nivîskar  M. Emîn Bozarslan, beşdarên civinê û mazûbaniya Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê dawî bû.

 

KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD LI SWÊDÊ

www.nivîskar.se

Back to top button