Kolandin li ser agahdariyên Yildirim Bagler tên kirin
Silopî – Yildirm Begler, bi salan di nav hêzên çekdarê Tirkiye de wek werger kar kiriye. Ji berî niha demekî Begler tiştên dîtîn ji raya giştî re gotin. Li gora agahdariyên Yildirim Begler, gelek kes bi destên leşkerên di nav Jîtemê de hatine kuştin û li Xaburê hatine weşartin. Dozgerê Diyarbekir li ser vê pirsê lêpirsînek kir û di encam de Dadgehê biryar da ku, li Xabûr li hinek cihên hatîn kifşkirin bikolînin da ku binerên ka gelo termên kesên kuştî hene yan ne. Îro di çavderiya dozgerê Silopî Nazir Kuş û mirovê kesên ku hatîn kuştin Halîl Birlik, Mehmet Bilgiç û parêzgerê wan Nazan Birlik û Kamil Özdemir de, dê dest kolandinê bikin.
Yıldırım Beğler, niha li Norvecê wek penaber dijî û li gora ku dibêje termên sedan kesên hatîn kuştin li derdora çemê Hêzil hatine veşartin.