Cîhan

Tirkiye û Iraqê li ser hevkariya têkoşîna li dijî terorê li hev kir

Iraq û Tirkiye mijarên wek ewlehî, av û kontrolkirina sînoran gotûbêj kirin

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Iraqê Kasım Araci û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê Seyfullah Hacımüftüoglu li ser ewlehî, av, kontrolkirina sînor, hevkariya her du welatan û têkoşîna li dijî terorê de gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Kasım Araci, Şêwirmendê Ewlehiya Netewî Kasım El-Araci li Enqereyê bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehiya Netewî Seyfullah Hacımüftüoglu re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî li ser asta navdewletî û navçeyê û çawaniya bihêztirkirina peywendiyên hevkariyê di navbera Bexda û Enqerê de hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de li ser mijarên wek ewlehî, av, kontrolkirina sînor, têkoşîna li dijî terorê û parvekirina agahiyan qadên hevkarî yên her du welatan hatin gotûbêjkirin û hat destnîşankirin ku ji bo ewlehî û aramiya herêmê wê berdewamiya hevkariyên dualî dewam bikin.

Li gor daxuyaniyê, Kasim Araci carek din tekez li ser wê yekê kir ku hikûmeta Iraqê rê nade axa Iraqê ji bo êrişkirina tu welatekî bi taybet welatên cîranê wê bê bikaranîn û got ku pêwendiyên Iraq û Tirkiyê kûrahiya dîrokî ne û Iraq dixwaze vê yekê zêdetir pêş bixe.

Back to top button