Tirkiye û Amerika li ser rewşa Suriye li hevdikin

Eve demeke pêwendiyên Amerika û Tirkiye nebaşin û Tirkiye di vê derbarê de gelekî gazinda dike û heta radeyekî berê xwe daye Rusya û Îranê. Lê Amerika ji vê helesta Tirkiye ne xweşe. Ji bo nirxandina vê rewşê û pewendiyên navbera herdu welatan de heyetek ya Tirkiye serdana Amerika kir û eve du rojin hevdîtin di navbera heyetên cuda yên herdu welatan berdewame.Li ser van hevdîtina û wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu daxûyaniyek da û behsa rewşa Suriye jî kir. Çavuşoglu di hevpeyvînek ya xwe de dibêje: Me û Amerika niha li ser rewşa Mincibê û Rojhilatê Firatê li hevkiriye. Ji bo vê yekê heyetên cuda hevdîtina dikin û kar dikin ka dê hûrgiliyên vê  çewebe.Piştî hevdîtinên heyetên herdu welatan dawî were , dê wezîrê derve yê Amerika li gel Çavuşoglu civînekî pêkbînin. Ev civîn 16ê Adarê de çêdibe.Piştî vê civînê dê herdu wezîrên derve li ser rewşa Suriye bigiştî daxûyaniyekî ragihînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: