Tirkiye û Amerika dikare bên himber hev
Rojnameya Brîtanî Financial Times di nirxandinek ya xwe de dide xûyakirin ku ji rûyê çekdarên PYDê Tirkiye û Amerika dikare werin himberê hev. Di heman nûçeyê de dibêje ku deverên Rojhilatê Firatê ku di bin destê HSD de ne hinek bingehên Amerikî jî hene.
Li gora heman nûçeyê dibêje, serokkomarê Tirkiye Erdogan gotiye ku emê operasyonek leşlkerî encam bidin. Lê li herêmê çekdarên kurd û eskrên Amerîkî hene û bi hevre şerî DAÎŞê kirine.
Enqere dide xûyakirin ku li li başûrê sinorê Tirkiye heyina çekdarên PYDê tehdideke li ser Tirkiye, ji bo vê sedemê Tirk û hevpeymanê xwe yê NATOyê dikarin bên himberê hev.
Erdogan da xûyakirin ku armanca me tu cara ne Amerikaye.Erdogan dabû xûyakirin ku emê rojhilatê Firatê ji teroristan pakij bikin û ji bo vê di çend rojande dest operasyonekî dikin.