Min Dît û Nabêjim ( Roman )

0
43

 

Silêman Çakir

Gelo çime ev jîyan hewqas zahmet û bi ezîyetê? Dema ku sîstemeke însanî hebûne ev teşqele û dert û elem wî wisa zêde bûne? Nizanim ji bindestîye anjî ji nezantî ye? Na gelo ji bê Dewletîye ecêb?

..Bav û kâle temen xilas kirin bi va dert û kûle. .Ev dert û kûl lime eserde, temen lime jî xilas bû; Dor hate zarokê me gelo,wey hawar û sed hezar hawar mirov çi bikê ev rewş wê xilas bibê?

Dema min wisa got kedkâr liber xwe meyzekir û hûr û kûr tefekûr bû. ..Di wê demê de braderek kete ofîsê û silav dayî. Dema em di wê hêznê de dîtin,ma sekinî û ku çime hûn tevde wisa bê dengin.Min bi kûrtayî bersiva wî da.Ku na biçe ser kàrê xwe. Kedkâr ku hûn zanin,dema wisa got min Destûr xwest û em rabûn û çûne milê gerajê. Dema em hinekî meşîn dikanek derket pêşîye me, bisiklet di firoştin.Zaroke meyî piçûk xwe bi bisiklêtekî ve zeliqand û ne berda,ku jibon min bi kirin. Ez mame heyirî perême ancix têra me ku em biçin bajarê ku ezê lê bi xebitim.Dema me liber hevdû dayî bisiklet firoş cewamêrtî kir ku ez jibon we tevde bibim âlîkâr. Bûhayê wî daxistin û me sitand û me zor spasî lir û em meşîn çûne gerajê.

..Me pilêt heta bi payîtext sitandin û piştî wextekî kinde em suwar bûn û serê sibehê em gihiştin bajarê payîtext gerajê wêdê. .

..Em tevde westîyabun. Liwir mîne cafekê hebû. Em ketin hindiru û em rûniştin.Pênç gede û bav û dayîk. Geda şîr xwestin ,min ji xebatkarekî wêdê rica kir û jibon Geda şîr anî. Ew rûniştin ez jî çûm jibon ku bajarê Emê biçinê bilet sitandin û ez hatim.Ev xebatkarê ku jibon me xizmet dikir tim lime meyze dikir û serê xwe di hêjand. Min hinekî meraq kir û min bankiryê. Hate cem min .Jê pirsî xêr bu xortê delal tu lime meyze dikê û serê xwe di hejînê? Ku tiştek tûneye, min ku na,heye. Bêje. Ku hûn xelkê kûderê ne?Dema wisa got min merema wî fahm kir û min ku em xelkê Rojhelat in.Ku hûn bi Tirkî jî zanin min ku raste. Em gelek jî zimane hiz dikin û em çend zimane zanin.Lê tiştek heye, ew jî heqîqeta jîyanê ye. Tiştê ez zanim li payîtextê welatekî medeniyet herî girînge û mirovê li payîtext jîyan dikin zane û şarezeşarezene. Dema min wisa got mayî sekinî. .

Westîyandin û xem û hêvî bûbûne yek di jîyanê de. Xortê payîtext çû û hat û tim çavê liser me bû.Dema xiste bahse medenîyetê şaş ma.Ku xêre hûn û evder,min ku ji xwere di gerin. Dîse ne rehet bû. Min bankiryê, vê care bêhtir bi hûrmet hat. Min ku ez bawerim tu ne rehetî, ez Mamosteme û ev zarok zarokê minin.Ev xanim xan jî dayîke zarokê mine. Hevjîne mine. Dema min wisa got serê xwe tewand û çû û dîse hat.Ku bi bûre .Jibon ku hûn ciwanin û ev zarokê wê, jiminre bâlkêş hat.Min ku em Kurdin, em gelek hiz ji zaroke dikin û divabê em zêde bibin.Jibon ku neyar me tim qetil dikê. ..Çaxê min wisa got ,li hesabê wî nehat.Di wê kêlîyê de alîkarê bajovan bankir ku rêwingê Singurlîyè werin em diçin.Ew care duyem bu ku ez di çûme wî bajarî. Care yekem min malbat ne biribu. Ez bi tenê çûbûm. Texrîben ez heyvekê mam û li bajarê oldar Zeynelabîddîn şer û pevçûn pêk hatibû. Li çîye şer derketibû û çend çekdar qetil bûbun. Termê wa anî bûne bajêr. Gel di xwazê ku wa li qebirsitanê bi cî bikê asayîş destur nadê û pevçûn dest pê dibê. Derketine sikâke qedexe dibê. Rêberê navçeyê agahdar dibê û ji minre qasid bi rê kir.

..Ku midîr beg gotîye bere biçê malbata xwe bînê. Min çend roj Destûr sitand û ez çûm malbate xwe min anî. …….Em piştî çend seatte gihiştin bajarê singurlu. Dema ez bi tenê çubum, ez çûme Çorimê, min

nivîse xwe sitand û min li navçeyê dest bi kârê kir.

Heyva sibatè wê salê xêr anî û pêşîye me vebû. Me goştê mare û gumgumoke nexwar, lê tiştek nema ku ne hate serê me.Qewm û ahlê Tirsonek em bi arzanî firoştin û ên menfeatperest her tim mûxalîf û astengî jibon me derdixistin.Heft salê derbas bû du temen jime sitandin ,lê me di rastî û Kurdawartîye xwe de rû neda û anîye me spî ma..Jibon çend quruşe bi xeta reş re bûne yek û lime sûîqast kirin.Gilîyê me li qaleqole kirin û gotin xayîn û Terorrîstin.  Aqil û sebir em ne xistin wezîr û şaradar,lê em tim Kurd man û rû spî man..Ev besî meye.

..Min ev serpêhatî dema diber çavde derbas dikir,bajovan ku rêwingê singurlîyê hûn kârin dakevin. ..

..Ez daketim û min li çar dora xwe dema min meyzekir ,gava ku ez li bajarekî mîne eynê me.

..Min çend nav sitandibun cem xwe. Yek jê şaradarê bajêr bû. (Î.beg)Berî her tiştî min cîyê xwe li hotêlê dayî veqedandin. Piştre derketim şaradarê. Gihiştim ber derîyê şaredar û min gote Mîdîrê wî, ez mêvanê şaredar im. Wî agahdar kir û ku bere kerem bikê. Ez Ketim oda wî û ew bi hûrmeteke mezin ez pêşwazî kirim.Ku mamoste tu bi xêr hatî. …Min Silavê Mamoste  (E.U)jêre pêşkêş kirin gelek dilxweş bû. Ferman dayî berdestkê xwe ku jibon qahwe bîne, ku xeberê jibon mixtarê Totane jor re bi rê bike bere werê. ..Di wextekî kinde mixtar hat û em bi hevdûre dane nasane. Ku em jibon te tim amedene mamoste. Min zor spasîye wa kir û destur xwest û ez rabûm çûme hotêlê. Liwir çend mamostê Kûrd hebûn me hevdú naskir û em tevde dil xweş bûn. Wê Şevê ez li bajêr mam û min û mamoste şerîf xweş sohbet kir.Roja dîtir ez gihiştim cem Kûrd Mistefa, Kurd Mistefa markêt dida xebitandin. Dema min xwe da naskirin û fahm kir ku ez Kurdim gelek kêfa wî hat..Min gote Kurd Mistefa li Totane we mamostekî wekîl heye ,divabê tu ,wî jibon min bibînê. Ku ser çava û ser sera. ..

Dema mirov di nav qewmekî nezan de bê, bê himd dibê şirîkê nezan.Dert hov û nezane kişandine wê gelek zor û zahmete. Ez çûme bajarê Çorim û dema ez jî wesayîtê daketim ,ez ber bi nav bajarde meşîm. Min jî mirovekî rêbertîyê kultir û çandê pirsî, wey bavo xwezî min ne pirsîbane. Ez poşman kirim,ku tu ji kûderêyî? Ji çi qewmîye, heta bersiva min dayî kezeba min reş kir. Di dawîde ez meşîm.

..Min kârê xwe xilas kir û ez vegerîyem navçeyê. Tiştê jibon min lazim min sitand û çûme cem Kurd Mistefa. Min pirse mamostê wa kir ku ha eve mamoste me.Min merheba bûn dayê û me li hevdû pirsî, ew ne mamostê fermî bû. Me xwe amede kir û em li wesayîtê siwar bûn derketin Totane jor.Berf hatibû û erd şil bû. Taqasî bû, derneket jor,ji herîyê. Me tiştê xwe daxistin û perê wî dayî yê û ew vegerîye bajêr. Dema ez daketim min zan kir ez li Botane jor im. Mamoste (H)bankire gûndîye ku jibon me kerekî bi rêkin û bere têrek jî bînin..Min şemsiye xwe di erdê de çik and û cixarekek pêxist, min dît mirovek ji serê çîyê xwe berda û hate cem me. Hat û gihişte cem me. Mamoste ku ev mixtarê Totane jêr ên kevne. Me hevdú nas kir ,ji ser pîyê min heta bi serê min dibin çavde derbas kir û ku mamoste tu jî kûderêyî? Min ku ez ji Nisêbînê me û ez Kurdim.Ku te gelekî qaçaxçîtî kirîye ne wisa? Dema wisa got ez gelekî aciz búm. Gore liser şelwar girê da bûn û çifte du lûre û rext liser mil bû. Min ku mixtar beg tu kârê wê çifta xwe bidê min…Ku kerem bike gorîye serê te bibê. Min ku mixtar kânî fîşekekê jî bid min ,ew jî da min û min kâxezek xiste destê mixtar û min ku bi sed metre jime dûr dêne erdê. Mixtar çawa kaxez danî min fişek xiste çift û girt bê nîşan bigrim min lingê wê kişand. Çiqas saçime hebûn çûne ser kâxezê û hilweşand. Mixtar bu cawê zer û gotin hew jê çê bû. Xatir xwest û bi lez meşî û çû. Çend xorte du ker anî bûn me barê xwe barkir û em derketin gûnd û çûne xanîyê dibîstanê. Mixtar diçê kûderê, dibê bi navê Xwedê mamosteyekî Kurd hatîye Totane jor kârê fîşekê li derzîyê bixê ew rast rast terorîste. …

Newal zirav û dirêj bû. Çîye bilind û bi ber bûn. Ezman bilin û rê fetlînok bûn. Totane jor li ser milê çîyayî û mîne pişta kêrê hatibû ava kirin.Li sê rexe newal û li rexekî çîya û kaşkaşonek.Ker anîn û me bar barkirin û em meşîn. Dengê gûndîye bi newalê diket û hawt hawte kûçike dîyar di bû ku em xerîbim û têne gûnd. Ew care yekem bu ku ez di hatim Totan. Lê min lîkolîn liser gûnd kiribû û ez di tiştna de rehet bûm.

..Me fetlînok xilas kirin em gihiştin nêzî gûnd. Dibîstan nû vebûbû û bi gelek bûn nû Tirkî fêr di bûn. Gelek extîyare ji xeynî Kurmancî ti ziman nizanî bûn. Em di nav gûnd de  derbas bûn û em çûne avanîye dibîstanê. Heyder yek oda pêk tanî. Gelek gûndîye em pêşwazî kirin. Em ketin xanî û me sobe dada. Piştî wextekî gelek gûndî hatin mêvandarîye me.Jibon wa me gelek tişt îkram kirin û sohbet dest pê bû. Haydar mîne axayê mêrge sor ,Gûndî bi bertîlêve dabûn girê dan.

Dema mirov ji welatê xwe penaber dibê, mîne çûkê bin hejike. Tim hêvîye mizgînî yekê. Li benda gotineke xweşe. Lê dibin darê zorê de û di Şevê tarî de mirov bibin bavêjin newale û çîyayê serî bi ber wey Xwedo, wê çi bê serê mirov ne dîyare. Gelê Totan Kurdê penaber bûn. Dibêjin em xistin wesayîte û em anîn berdane serê çîye û bê xwedî û kes. Gûndekî di qontare çîyê û ne çand û ne bezirgantî. Salê çend heyva em diçin bajarê Anatolîyê em di xebitîn û têne mala xwe. Her malbatek çend heywane û dewarê wa hene û ew jî bi zorê têne xwedî kirin.Rê,xerabeye kâràbe nû hat.Dibîstan îsal çêbû û ve bû. Xwada ji T.O.re razîbê.

..Min gelek qedir û qîmet dayî wa gûndîyê ezîz ku ji warê xwe penaber bûbun. Min jî wa pirsî û wa bersiva min dan.Min dû biryar dîyar kirin .Ji îro pêde wê bêşe mamoste Heyder rabê. Sibe em jivînê pêk tênin û em rapor dîyar dikin û jibon hemû pisgirêke serî li Komarê dixin. Gelek pîroz û hêja dîtin û qabûl kirin..

..Wext dereng bûbû û roja dîtir kàrê me pir hebû. Destûr xwestin û rabûn çûne mala xwe. Em jî raketin û roja dîtir em zû rabûn. Dema min li dert û kûlê wa gûhdar kir dilê min şewitî û min bîryare xwe da, ku ez heta hemû pisgirêkê wa çareser nekim,parezere, mamoste û zaniste ji va gûndî ya re dîyar nekim ez jî vî gûndî naçim ti dera…

Berdwame…

 

 

Nerîna min :