Artêşa Tirkiyê gundê Perex li nahiya Derkarê ya girêdayê qeza Zaxo topbaran kir. Li gora daxûyaniya qeymeqamê Zaxo cihên ku hatîn topbarankirin hemî cihê geştiyarane.

Li gora agahdariyên herî dawî 8 kesî di van bombebaranan de jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndarin.

Berbirsên îdara Zaxo dibêjin: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewam ragihandiye ku ev navçe, navçeyên geştiyariyê ne û xelk ji bo seyranê tên van deveran, ev tiştî bûye jî, karekî dijminkarane ye ku mixabin hejmarek kes bûne qurbanî.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: