Nivîsar

Tirkiye rojane li rojavayê Kurdistanê operasyona dike!

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan ji berî çendekî da xûyakirin ku, dê operasyonekî din li Suriye û rojavayê Kurdistanê bikin da ku bikaribin ewlehiya tixûbên xwe pêkbînin. Herweha di vê derbarê de wezîrê derve yê Tirkiye jî di çend minasebetan de behsa pêwistiya operasyonekî li Suriye û rojavayê Kurdistanê kir.

Amerika li dijê operasyona Tirkiye helwesta xwe eşkere kir û da xûyakirin ku, operasyonek di vê demê de dikarê zererê bide şerê li dijê DAÎŞê. Herweha Rusya û Îranê vekirî dan xûyakirin ku, nabe Tirkiye opersyonekî bike.

Taybetî piştî hevdîtina Serokê Rusya û Erdogan li Soçî, rewşek din derket holê. Putin dewsa Tirkiye dijitiya rejima Suriye bike xwest ku, Tirkiye li gel Suriye bikeve di nava têkiliyekî de. Tê zanîn ku eve demeke di navbera dezgehên îstixbarata Tirkiye û Suriye de hevdîtin hene. Ji xwe daxwaziya Putin di haman demê de daxwaziya muxalefeta Tirkiye bi xwe ye  jî.

Di medyayê de hate îdiakirin ku, ne dûr e Erdogan û Esed pêwendiyekî telefonî pêkbînin.

Rusya Erdogan ikna kiriye ku, pêwendiyên li gel rejima Esad behtir dikarê bibe sedema ewlehiya tixûbên Tirkiye. Ji ber ku Rusya bi xwe jî dixwaze ku hêzên çekdarên HSD bibe beşek ji hêza artêşa Suriye û li gelek cihan de li ser daxwaziya Rusya HSD hinek herêma radestî hêzên rejimê dike. Dema Tirkiye behsa operasyonê kirî berpirsên HSDê dan xûyakirin ku, ew li gel Artêşa Suriye hevkariyê dikin.

Li vê derê faktora Amerika rolekî din dileyzê ku naxwaze hêzên HSDê xwe nêzikî rejimê bikin. Ji ber ku Amerika çekan dide HSDê û wan xwedî dike. Yanî HSD bi temamî di bin kontrola Amerikayê de piraniya herêman tevdikere û  daxwaza Amerika ya sereke ev hêz şerê DAÎŞÊ bike. Taybetî jî derveyê herêma rojavayê Kurdistanê ev şer tê kirin.

Li himber van hemû bûyeran ji xwe Tirkiye operasyonekî li rojavayê Kurdistanê dike, rojane li rojavayê Kurdistanê li himber berpirsên HSDê bi drona operasyona dike, deverên nêzikî tixûbê bakurê Kurdistanê topbaran dike. Rojane xelkek di van operasyonên Tirkiye de jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.

Ji aliyek din ve beşeka berbiçav a rojavayê Kurdistanê û  Suriye di bin destê Tirkiye de ye. Tirkiye gelek devera desthilata xwe daniye û li ser vê axê cih bûye. Amerika,Rusya û Îran vê yekê dibîne û dizane. Lê Tirkiye tişta dixwaze dike û guh nade kesekî. Ji ber ku hevbendiyek nehînî ya Tirkiye li gel van welatan heye. Yanî heta niha tu welatekî li rojavayê Kurdistanê desthilata heyî tercihê Tirkiye nekiriye.

Ne dûre demek nêzik pêwendiyên Tirkiye û Suriye bikeve di warek asayî û bi vê yekê ve girêdayî pêwendiyek navbera îdareya xweser û Tirkiye de pêkwerê.

10.8.2022

Nêrîn / Şirove

Back to top button