Desteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a bombebarkirî de endamê Fermandariya PJAK’ê Yûsif Mehmûd Rebanî jiyana xwe ji dest daye.
Di derbarê êrîşa Tirkiye de Hevserokên Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat û Hemrîn Elî bi zimanên erebî û kurdî daxuyanî ji bo medyayê ragihandin.
Beşek daxûyaniyê de dibêji: Êrîşa ku doh li ser rêya Hîzamê ya bakurê bajarê Qamişlo pêk hat û di encamê de 4 şehîd û hejmarek birîndar çêbûn. Her wiha bombekirina taxa Sîna ya bajarê Qamişlo di demên dawîn de, ku di encama bombebarana balafirên bêmirov ên biçek de gelek birîndar û şehîdên sivîl di wê êrîşa hovane de çêbûn: (Şemdîn Şemdîn, Mezlûm Esad û herdû zarok Ehmed Şêbî û Aheng Şêbî).
Di nav birîndaran de yên ku rakirine nexweşxaneyan û piştî ku hemû hewldan ji bo rizgarkirina jiyana birîndaran hatin dayin, yek ji wan endamê fermandariya Partiya Jiyana Azad a Kurdisanê (PJAK) birêz Yûsif Mehmûd Rebanî şehîd bû. Yûsif Mehmûd Rebanî bi serdanekê hatibû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.