Polîtîk

Tirkiye piştgiriya dijminên Kurd dike

Di belgeyên WikiLeaksê de derket holê ku Tirkiye ji dijminên Kurdan re bi awayekî eşkere alîkarî û piştgirî daye

Malpera WikiLeaksê daxuya kir ku li gor belgeyên Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka yê Baxdayê Christoher Hilê, Erebîstana Siûdî li Iraqê ji bo şikestina bandorên Îranê ji grubên Suni yên dijberî Şi’iyan re piştgirî daye.

Ji aliyêkî dî de Îran jî ji bo bihêzkirina bandora xwe yê li ser Iraqê hîn grûbên Iraqê re piştgiriyê aborî û siyasî daye.

Di belgeyê de hate diyar kirin ku Tirkiye jî li enîya siyasiyê de xebatên xwe da meşandin. Tirkiye jî li Musilê ji Listeya Hedbayê û grubên dijberên Kurd re piştgiriyê aborî daye û wan fînansê kiriye.

Her wiha di belgeyê de Celal Talabanî jî, ji vê rewşê gelek aciz bûye û gelek caran nerazîbûna xwe ji Balyozê DYA rê jî parve kiriye.

Back to top button