Dosya

Heftiya bê benzîna Kurdistanê dikeve bazarî

Elî Hisên Belo rawêjkarê wezareta dermatên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku berdewam kar li ser rafîneriya Xebat ku 20km dikebe rojavayê Hewlêrê tê kirin û heta nua bi awayekî test benzînê berhem diîne, ”lê li gor pêşbîniyên berpirsên rafîneriyê di heftiya bihêt de dê ji bo yekem car benzînê li herêma Kurdistanê hête berhemanîn û bikeve bazrê Kurdistanê.”

Belo got:
– Rafîneriya Xebat îmkanên berhemanîna 40 hezar bermîlên sotemeniyê heye ku dê ji %25 bibe benzîn, ji %40 yan ji %50 bibe gaza reş û ji %30 jî dibe gaz û nefta sipî û sotemeniyên din.

– Ew rafîneriya di qonaxa pêşxistinl deye û kompaniyeke amerîkayî li ser kar dike û şiyanên wê (kapasîte) wê zêde bike û 20 hezar bermîlên din berhem bîne. Angû heta sal û nîvên din ew rafîneriye dê 80 hezar bermîlan di rojekê de berhem bîne.

Rawêjkarê wezareta derametên xwezayî ew yek jî diyar kir ku êdî pêwîstiya herêma Kurdistanê zêde bi benzîna Îraqê namîne.

Li gor Aşitî Hewramî wesîrê derametên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê 3 rafîneriyên mezin li Kurdistanê hene. Herwesa  22 rafîneriyên biçûk li Silêmaniyê, 16 li Hewlêrê û 15 rafînerî jî li Dihokê hene. 40 kompaniyên biyanî yên şareza di warê patrolê de ji 17 welatên dinyayî li herêma Kurdistanê di warê patrolê de kar dikin.

Back to top button