Cîhan

Assange li Îngîlîstanê hat binçav kirin

Hemwelatiyê Avustralyayê Julian Assangê bi danê sibehê seat di 9.30’an de xwe li Londonê radestÎ qereqolekî kir.

Polêsên Îngîlîz daxuya kirin ku avakarê malpera WikiLeaksê Julian Assang hate binçav kirin.

Gerînendeyê Ewlehiya Londonê da zanîn ku Julian Assange ji daxuyaniya fermana Swêdê û ji aliyê polêsên Îngîlîzê ve hate binçav kirin.

Julian Assange di meha Galawêjê de serdana Swêdê kirîbû û berpirsyarên Swêdê di derhaqa wî de bi îdiayên tecawuz û tacizê zayendiyê ji hêzên ewlekeriya Îngîlîstanê re fermana girtina wî da bû .

Parêzerê wî ya bi navê Marks Stephens da zanîn ku Assange bi daxwaza xwe çûye qereqolê û ger tiştekî taybet nebe doza wî di nava 24 seatan de destpê bike.

Back to top button