Kurdistan di rojê de 150 hezar birmîl petrol bifroşe
AKnewsê ragihand ku, li gor nûçeya ajansa “Reuters” Şehristanî li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji rojnamegeriyê re gotiye, “Herêma Kurdistanê dikare di destpêka 2011ê de dest bi henardeya petrolê bike, û di rojê de 150 hezar bermîl petrol bi rêya bendera Cîhan a Tirkî henarde bike.”
Şehristanî gotiye ku Hikûmeta Iraqê di vê barê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydar kiriye ku dikare di destpêka sala dahatî petrolê henarde bike.
Her wiha Şaristanî berê ji AKnewsê re axivîbû û wiha gotibû , “Di dema pêş de, divê hemahengî di navbera Hewlêr û Bexdayê de baştir bibe û ew kêşeyên helawîstî çareser bibin, ta ku kerta petrola Iraqê gavên baştir bavêje”.
Tê zanîn Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bêtirî salekê de henardeya petrolê rawestandibû ji ber nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Hisên Şehristanî berê di civîneke rojnamegeriyê de li Bexdayê ragihandibû ku petrola yedek a Iraqê niha 505 mîlyar bermîl e, ji 66 bîrên petrolê li Iraqê .