Civak

Barzanî serxweşiya malbata Şêx Seîd kir


Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Malbata birêzê xwedê jêrazî
Şêx Se’îd Şêx Selahedîn Şêx Se’îdê Pîran

Silavên xwedê lê‌ bê

Bi mixabinî nûçeya koça dawiya kesayetiyê navdarê Kurd û Serokê Terîqeta Neqşîbendî û neviyê Şêx Se’îdê Pîran, xwedê jêrazî Şêx Se’îd Şêx Selahedîn gihîşt min.

Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li hemû endamên malbata we ya birêz û sercem murîdên terîqeta pîroza Neqşebendî dikim û hevbeşiya xem û kovanên we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir bi we bibexşê‌ û giyanê xwedê jêrazî bi bihûşt şad bike û xemgîniya dawiya malbata we bê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06/12/2010

Back to top button