Kultur

Xebata akademîk di Tirkî de li ser Melayê Cizîrî weşiya

 

Weşanxaneya Nûbiharê xebatek din li ser xebatên xwe zêde kir û berhema bi navê “Melayê Cizîrî Divanı ve Şerhî” ku ji hêla Prof. Dr. Abdulbaki Turan ve hatiye amadekirin gihande ber destê xwendevanan.

Îlahiyatnas û mezûnê medresên  Kurdistanê, Abdulbakî Turan gelek salên dirêj li ser vê berhemê xebitiye û nêzî %80 helbestên dîwana Melayê Cizîrî şerh û şîrove kirine. Nivîskarê berhemê pêşî  bi dûvdirêjî li ser jiyan, berhem û helbestên Melayê Cizîrî radiweste û destpêke dirêj ji bo vê beşê amade dike. Ji hêla Hunerên Edebî û hunerên din yên ku di dîwanê hatine bikaranîn tehlîlan dike.

Amadekarê berhemê  Abdulbaki Turan, ji destpêka dîwanê nagire û helbestan yeko yeko şîrove nake. Ew dîwanê di çend beşan de dabeş dike. Di dabeşkirinê de jî naveroka helbestan bingeh digire. Helbestên ku maneya wan nêzî hev û têkiliya wan bi hev re heye hemiyan li pey hev dide û bi Hafizê Şîrazî, Hellacê Mensûr, Îbnû Erebî, Îbnî Farid, Îmamê Şafiî, Mewlana Xalid û gelek şairên yên mutesewwif wan şîrove dike.  Felsefeya Melayê Cizîrî ya evînê û mutesewwifiya wî beşên herî balkêş in ku di xebatê de cih girtine.

Herwiha, di zimanê tirkî de ev xebata yekem e ku bi awayekî akademîk û ilmî li ser Melayê Cizîrî hatiye kirin. Berî niha, xebata Osman Tunç ya li ser wergera dîwanê pêkhatibû, lê ew tenê wergera metnê kurdî bû.  Wekî tê zanîn, xebatên din yên ku li ser Melayê Cizîrî hatine kirin yek jê bi kurdî û dudu jê jî  bi zimanê erebî ne. Ya bi kurdî ji hêla Celalettin Yoyler ve hatiye kirin û yên erebî jî yek ji wan ya Ebdusselam Nacî Cizîrî û yek jî ya Mela Mihemedê Zivingî ye.

 

Kunye:
Nav: Melayê Cizîrî Divanı ve şerhi
Weşanxane: Nûbihar
Nivîskar: Prof. Dr. Abdulbaki Turan
Rûpel: 800
ISBN: 9789944360869
Navnîşan: Büyükreşitpaşa Cad. Yümni İş Merkezi.
No: 22/29. Tel: 0212 519 00 09 [email protected]   www.nubihar.com

Back to top button