Îroj

8'ê Berfanbar

8’ê Berfanbar

Di sala 1994’an û di rojekî wekê îroyê de doza DEP’ê ( Demokrasî Partîsî ) bi dawî bû û 6 Parlamanterên Kurd bi giştî 89 sal û 6 meh ceza girtin.

Dozgerên Tirk ji bo Parlamenterên Hatip Dicle, Orhan Doğan, Leyla Zana, Selim Sadak, Sırrı Sakık û Mahmut Alınak bi cezayê îdamê dixwest lê di encamê dozê de ji bo hemiyan bi giştî 89 sal û 6 meh ceza dan.

Ji wan Mahmut Alinak û Sırrı Sakık ji ber kêmahiya cezayên xwe serbest hatin berdan.

                                        *   *   *   *    *    *    *    *     *    *    *

DEP (Demokrasi Partisi – Partiya Demokrasiyê) yek ji partiyên legal yên Kurdên li Bakurê Kurdistan ( Kurdistana Tirkiyê ) hatiye girtin e.

DEP ji rêç û şiveriya HEP’ê ye. Di 7’ê Gulanê 1993’î de DEP tê damezrandin. Yekemîn serokê partiyê Yaşar Kaya bû. Pêkutiyên hovane li dijî partiyên legal ên Kurdan tên lidarxistin. Bi sedan endamên partiyên Kurdan tên kuştin, windakirin an zîndanîkirin. Heya bigire parlamenterê Kurdan jî dikujin. Parlamenterê DEP´ê Mehmet Sincar ji aliyên hêzên tarî yên dûgela Tirk ve tê kuştin. Yaşar Kaya davêjin zîndanê. Dema ew di zîndanê de ye, kongreya partiyê di 12’ê Befranbarê 1993’î de Hatip Dicle wekî serok hildibijêrê.

Di 2’ê Adarê 1994’an de parlamenterên DEP´ê di derê meclîsa Tirkiyê de bi awayekê piçûkxistin tên girtin. DEP di 16’ê Pûşperê 1994’an de bi awayekî fermî ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin.

 

 

Back to top button