Civak

Kurd û amerîkî li gel hev kar dikin

 
 Li Hewlêrê, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li general Barbro cîgirê fermandarê giştiyê hêzên Amerîkayê yên li Îraqê û şandeya pê re kir.

General Barbro bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wî weke cîgirê fermadarê hêzên Amerîkayê yê li Îraqê serdana wezareta navxwe kir û ji bo wê piştevanî û hevakriya bi wî re hatiye kirin di dema karkirina wî de li Îraqê, sipasiyên xwe pêşkeşî hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî wezareta navxwe kirin. General Barbro hêvî kir ku ew têkeliyên xert yên di navbera her du aliyan de hene berdewam bin û ber bi pêşve biçin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî ji bo wê hevakrî û hevahengiya bi hev re kirî, sipasiya generalê amerîkayî kir. Şingalî got ku gelek giringe têkeliyên xurt yên navbera wezareta navxwe û hêzên amerîkayî ji bo binbirkirina terorîstan û parastina ser û amlê hevwelatiyan, berdewam bin.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa giringiya vekirina dewreyên meşiqkirinê ji aliyên hêzên amerîkayî ve bo karmendên polîs, pêşmergeyê zêrevaniyê û polîsî dihewarçûnê kir û di vî warî de wezîrê navxwe got ku hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû hêsankariyan pêşkeş bike.

Back to top button