Firokeyên cengî yên Tirkiye vê sibehê Kurdistana Başûr bombebaran kirin. Li gora peyamnerê Rûdawê ragihandî, îro 22ê Adarê firokeyên Tirkiye devera sinûr li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine . Firokeyên Tirkiyê gundên Mawnan, Wesan û Serkaniyan li devera Balekayetî ya ser bi qezaya Çomanê bi giranî bombebaran kirine.Encama bombebaranê 4 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.Tê xûyakirin ku di encma bombebaranê de çend baregehên PKKê jî hatine rûxandin.Tirkiye bi hinceta bingehên PKK deverên sinor gelek cara bombebaran dike û encamê de xelkek sivîl zerera canî û mal dibînin.