Tirkiye kampa Holê bombebaran kir..

Li gora daxûyaniya Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, firokeyên şer ên Tirkiyê, Kampa Holê bombebaran kir, ku malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞê lê niştecî ne.
Hat diyarkirin ku hejmarek malbatan hewl dan ku ji nav kampê birevin.
Berdevkê Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Firokeyên şer ên Tirkiyê hêzên ewlekariya hundirîn ên ku ji parastina Kampa Holê berpirsyarin kirin armanc. Di encamê de hin malbatên DAIŞê ji kampê reviyan, hêzên derve niha li dû wan in.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan operasyonên xwe yên ligel Hevpeymaniya Navdewletî rawestandine.
Mezlûm Ebdî daxwazê ji artêşa Sûriyê kir, ligel wan li dijî Tirkiyê şer bikin û got: “Siyaseta dewleta Sûriyê li hember êrîşên Tirkiyê lawaz e.”
Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye, dora 56 hezar kes lê dimînin û wek metirstirîn kampên li cîhanê tê binavkirin.