Cîhan

 Lavrentyev:Kurdên Sûriyeyê dîl in!

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev, di daxûyaniyekî de dibêje: Kurdên Sûriyeyê dîl in. Welatên Rojava zextên cidî li ser Kurdên Sûriyê dikin.

Lavrentyev piştî hevdîtina heyetên garantorên Forma Astanayê ya Tirkiye, Rûsya û Îranê ku li Astanaya paytextê Kazakistanê hat lidarxistin, der barê mijara Sûriyeyê da daxuyanî da.

Lavrentyev polîtîkaya Amerîkayê ya li hemberî bakurê rojhilatê Sûriyeyê (rojavayê Kurdistanê)nirxand û destnîşan kir ku ev polîtîkaya welatên rojhilat  wêranker e.

Lavrentyev got: Welatên rojavayî platforma Sûriyeyê ji bo dijitiya Rûsyayê bikar tînin û navûdengê welatê me xirab dikin. Ji bo vê yekê jî ev welat bi hemû hêza xwe rê nadin welatên Ereb ji bo aramkirina rewşê hin gavan bavêjin.

Lavrentyev bal kişand ser wê yekê ku şandên Amerîkî meha borî bi nûnerên kurdên Sûriyê re hevdîtin pêk anîne û got: Wan hişyarî da kurdên Sûriyê ku eger gavekê ber bi Şamê ve biavêjin dê pişgiriya xwe rawestînin. Wan  gefa rawestandina piştgiriya xwe ji bo kurdan xwar. Kurdên Sûriyê dîlên Amerîkayê ne. Welatên Rojava zextên cidî li ser Kurdên Sûriyê dikin.

Lavrentyev behsa êrîşa li Taksima Stanbulê jî kir û got: Wekî ku hevkarên me yên Tirkiyê ji me re ragihandine, em nafikirin ku ev êrişên terorîstî yên ku ji aliyê PKKê ve hatine organîzekirin bi serê xwe karekî ne. Ji bo vê jî erêkirina wan hatiye dayîn.

Lavrentyev got ku çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bibe alîkar ku rewşa herêmê aram bibe.

Beşeke daxûyaniya xwe de Lavrentyev got: “Bêguman me platforma Astanayê bikar anî da ku bi hevkarên xwe yên Tirk re nîqaşên berfireh pêk bînin û wan razî bikin ku bejahiyê de operasyonên mezin nekin. Eger ev operasyon bê destpêkirin, ne tenê li bakur-rojhilatê Sûriyê, li Rojhilata Navîn jî dibe ku tundûtûjî zêdetir bibe. Helbet divê destûr neyê dayîn. Em hêvî dikin ku argumanên me ji aliyê Enqereyê ve berbiçav  werin girtin û ji pirsgirêka heyî re çareyên din bên dîtin.”

Back to top button