CivakRojev

Tirkiye hinek deverên başûr û rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Balefirên cengî yên Tirkiye şevîdin başûrê Kurdistanê devera Şingal û Mexmûrê bombebaran kir. Herweha di heman demê de li rojavayê Kurdistanê nêzikî navçeya Dêrêkê jî hate bombebaran kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxûyaniyekî de dibêje ku; “Bi armanca jinavbirna tehdîtên PKK, KCK, YPG yên ser sînorê me, di çerçoveya berevaniya sinoran de operasyonek hatiye pêkanîn. Taybetî hinek bingehên PKKê wek Şingal,Qereçox û Dêrik bûne armanc. Bê ku zerer bigihe xelkê sivîl gelek bi hesasiyet ev operasyon hatiye li darxistin.”

Li gora agahdariyan ,şevîdin demjimêr 22.00ê firokeyên şer ên Tirkiyê Kampar Mexmûr, derdora bingehek î PKKê li çiyayê Qereçoxê hatiye bombebaran kirin.

Herweha li rojavayê Kurdistanê gundê Gir Kendal jî bingehek PKKê hatiye bombebaran kirin. Lê di derbarê encamên van êrîşan de tu agahdariyek zelel tuneye.

Back to top button