Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê kir. Balyozê Fransa spasiya Serok Barzanî kir ji ber destpêşxeriya wî bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê.
Serok Barzanî îro li Pîrmam pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê, Eric Chevalier kir.
Di civînê de ku konsulê giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê, Olivier Decottignies jî amade bû, balyozê Fransa spasiya Serok Barzanî ji ber destpêşxeriya wî bo çareserkirina arîşeyên Iraqê û hêviya xwe anî ziman ku ew destpêşxerî bibe sebeba nemana astengî û arîşeyên li pêşiya piroseya siyasî ya Iraqê.
Serok Barzanî jî li ser ewşa Iraqê ragehand, baştirîn rê li pêşiya aliyên siyasî ew e ku ji tundiyê dûr bikevin û berê xwe bidin diyalog û lihev têgehîştina siyasî.
Di hevdîtinê de behsa metirsî û êrişên DAIŞê jî hat kirin. Balyozê Fransa jî anî ziman ewê li ser alîkarîkirin û hemahengiya bi Pêşmerge re berdewam bin.