
Eve demeke rojane Tirkiye êrîşa dibe ser rojavayê Kurdistanê û Surî.Li gora daxûyaniya ajansa fermî ya Surî ,Tirkiye li devera Helebê êrîşê bingehek leşkerî ya Surî kiriye û di encam de 3 leşkerên Suriye hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Ajansa fermî ya Surî SANA dibêje: Balefirên cengî yên Tirkiye li devera Helebe êrîşê hinek bingên suriye yên leşkerî kirine encama van êrîşan de 3 leşker şehîd bûne û 6 jî birîndarin.Suriye bersiva van êrîşan daye.
Berpirsên artêşa Surî dibêjin ku, eger ev êrîş berdewambin,dê Surî jî bersivên pêwîst bide û di hemû sengerên de Suriye amadekariya vê yekê dike.