
Sekreterê Partiya Nîştimanî(Vatan Partisi) Ozgur Bursalı, di bernameyek televizyonî de da xûyakirin ku, di nava 10-15 rojan de şandeka Partiya Niştiman dê serdana Suriye bike û li gel serokê Surî Bişar Esad hevdîtinekî bike.
Herweha da xûyakirin ku dê ev şand bi serokatiya serokê Partiyê Dogu Perînçek de û tevlîbuna Ethem Sancak û hinek kesên din yê Partiyê pêkwerê.
Bursali di derbarê serdanê de got: Divê Tirkiye pêwendiyên xwe rojek zûtir li gel Esad baş bike.
Berdewamiya axavtina xwe de Bursali dibêje: Divê di hemî warî de havkarî li gel Surîye bê kirin.Ji berî niha jî şandeka partiya me li gel Ethem Sancak serdana Rusyayê kirîbû. Rusya dabû xûyakirin ku eger li gel Suri hevkarî bê kirin,dê pişgiriya pêwîst bike. Ji bo welatên herêmê li gel hev hevkariyê bikin ev serdan pêwîst e. Ji bo li himber rêxistinên terorist xebatek hevbeş bê kirin biryar heye.Hevkariya li gel Suriye dê feydeyek mezin bide me.
Berdewamiya axavtina xwe de, Bursali got: Dema hevkarî li gel Surî bê kirin temenê PKKê tenê mehek du meh dimîne.Ev hevkarî PKKê ji holê radike. PKK teslîm dibe. Emê xeyalên Amerikayê binax bikin. Dê Tehdîda Îsraîla duyem ji holê rabe.