
Serokê Partiya Niştiman Dogu Perînçek û endamê partiyê Ethem Sancak serdana Suriye dikin. Ethem Sancak ji berî demekî ji AK Partiyê veqetiya û tevlî Partiya Perînçek bû.
Di derbarê serdana Suriye de Perînçek da xûyakirin ku;Partiya me ji bo Suriye hatiye vexwandin.Em di vê derbarê de agahdariyê didin dewleta xwe. Lê em partiyek serbixwene.Em fermana ji dewletê nastînin lê em agahdariya didin dewletê.Em bi însiyatifa xwe vê serdanê dikin.
Perînçek dibêje ku, dê hevdîtin di nava şanda de çêbibin em raste rast tenê Esad re rûnanin. Em kesên ku di şanda me de cih bigrin kifş dikin.
Di daxûyaniya xwe de Perîncek got: Hevkariya Rusya.Tirkiye û Îranê di derbarê ewlehî û ekonomiyê de gavên hêja avêtin. Hevdîtina li Soçî piştî serdana me ya Rusyayê pêkhat.Rusya ji hemû pêşhatan agahdar e. Ew jî pişgiriya van gavên me dikin. Rusya dixwaze Tirkiye û Suriye hevkariyekî bikin.