Hevpeyvîn

Tirkiye dizane hemû pirsên giring di Hewlêrê re derbas dibin

Pispora siyasî ya yunanî Prof. Dr. Marianna Charountaki da zanîn ku niha Herêma Kurdistanê bi rêya peywendiyên digel Tirkiyeyê, di siyaseta Rojhilata Navîn de ,bûye aktorekî serekî yê siyasî û got: ‘’Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê girîng e, ji ber Enqere dizane hemû meseleyek ku ji bo wê girîng e, di Hewlêrê re derbas dibe.’‘

Mamosteya zanîngeha Reading a Brîtanî Dr. Marianna Charountaki, ku di peywendiyên navdewletî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn de pispor e, sala 2010ê kitêbek bi navê ‘’Kurd û siyaseta derve ya Amerîkayê’‘ çap kiribû. Charountaki, ku di peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê de jî pispor e, di vê hevpeyvînê de çend mijar û pirsên giring zelal dike.

Pirs: Di hundirê çend salên borî de, li navçeyê Tirkiye û Herêma Kurdistanê bûne du hevpeymanên bihêz, bi baweriya we gelo ev nêzîkbûna han derencama berjewendiyên aborî yên herdû aliyan e, yan derencama karên din e?

 

Dr. Marianna Charountaki: Tirkiye û Herêma Kurdistanê li navçeyê ne tenê hevpeyman in, lê du aktorên serekî yên bûyerên wê navçeyê ne jî. Ev hevpeymaniya han tenê bi berjewendiyên aborî çênabin, bingeha wan digihe warê siyasî, wek mînak dîtina çareseriyekê bo pirsa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). Herwiha bandora çûn û hatina berdewam a dîplomatîk jî hebû daku Hewlêr û Enqere bigihin vê rawestgeha bihêz a ku di navbera herdu aliyan de heye. Herwiha peywendiyên navbera Tirkiye û Hewlêrê ne tenê hinardekirina petrolê ye. Lê çendîn meseleyên hestyar û girhing hene, wek meseleya Kerkûkê, çarenivîsa krîza Sûriyê, peywendiyên Tirkiye û Bexdayê, evna hemû Tirkiye dizane ku di Hewlêrê re derbas dibin. Bi baweriya min ligel rewşa niha ya Rojhilata Navîn, ew hevpeymantî bûye ajandeyeke serekî ya polîtîkayên derveyê aktorên navçeyê.

 

-Lê ligel vêna jî Amerîkayê nerazhibûna xwe pêşan daye li beramber vê nêzîkbûnê, bi taybetî di meseleya enerjiyê de, sedema vêna çiye?

 

Yek ji stratejiya serekî ya polîtîkayên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, ragirtina hevsengî û hewldan e bo ragirtina wê rastiya heye li ser bingehê berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê. Ev stratejiya han jî li beramber dosya İraqê bi wî awayî ye ku Amerîka û îdareya Obama pêbendê serweriya axa İraqê û parastina wê ne wek yek welatî û qet naxwaze karekî bike ku tesîreke negatîf li yek parçeyiya İraqê bike. Ev helwêsta Amerîkayê ya li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê yên derbarê enerjiyê de, çavkaniya xwe ji wê meseleyê digire.

 

-Çend meh dibe Herêma Kurdistanê û Tirkiyê boriyeke petrolê ya serbixwe di navbera xwe de danîne û di van nêzîkan de jî dikeve kar, bi baweriya we dibe ku evna bibe pêngava yekem bo bidestanîna serbixweyiya siyasî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, her wek ku gelek alî wiha difikirin?

 

Bi hemû standartan niha Herêma Kurdistanê bi awayekî defakto serbixwe ye, lê siyasetmedarên Kurd bi awayekî eşkere ragehandine ku dosya serbixweyî yê ne li ser maseya wan e. Niha devera Rojhilata Navîn rûbirûyê gelek krîz û aloziyan bûye, loma li gor min ya herî baş niha Herêma Kurdistanê li ser vê pêgeha xwe berdewam be, dam û dezgah û sîstema xwe ya siyasî ya navxweyî bihêz bikin û aloziyeke din ji xwe re çênekin. Li gor min divê armanca serekî di siyaseta derve ya Kurdistanê de bo qonaxa niha yekrêzî be ligel hemû bizav û tevgerên din ên siyasî yên Kurdî. Çênabe Kurd wê yekê jibîr bikin ku ji kûve hatine, lê dema wê hatiye ku biryar bidin ber bi kûve diçin wek yek netewe.

 

-Bi baweriya we krîza Sûriyê û nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û PYDê li Sûriyê, tesîreke wiha kiriye ku Tirkiye û Herêma Kurdistanê zêdetir nêzîkî hev bibin?

 

Kurdistan xelet dike eger xwe tevlî hemû aloziyan bike. Rola Kurdistanê wek navbijên di navbera Tirkiye û Kurdan li Tirkiyê de pozîtîf û bi bandor bû, lewra ji vê zêdetir xelet dike eger karên din bike. (Basnews)

Back to top button