Koka Kurdan û Navê Kurdan ji ku hatiye?
Kurd yek ji gelên kevin yên Rojhilata Navîn in. Welatê wan ji çiyayên Torosê heta Zagrosê diçe. Zimanê wan ji malbata Hindu Ewrupî ye. Li gor hin dîrokzanan dîroka Kurdan heta 5 hezar sal berê diçe.
Etîmoliji: Tê zanîn ku gotina Kurd ji Sumerî Kur tê. Kur di wateya çiya de ye. Paşpirtika Tî tê wateya Gelê Çiya. Li kevirekî ber deriyan yê Sumeriyan gotina Kurtî hatiye nivîsandin û behsa vî gelê çiya hatiye kirin. Grekî jî 220 sal berê behsa Kurdienne (Welatê Kurdan) kirine.
Dîrokzan Driver di nivîsa xwe ya bi navê The Name Kurd and Its Philological Connections de lîsteya navê Kurdan yên di hatine bikaranîn wiha bi rêz kiriye: Kurtî, Karda, Karduk, Gord, Kord, Cardakes, Cyrtii.
Dr Asad Xeylanî jî di lêkolînên xwe de navên Kurdan wiha bi rêz kiriye:
Sumerî (Sumerian)-Karda, Kurtî û Gutî
Babilî (Babylonians) Garda, û Karda
Grekî(Greks) Kardukh û Gordukh
Ermenî (Armenians) Kortukh û Gortai-kh
Faris(Persians) Gurd an jî Kurd
Suryanî (Syrians) Kardu û Kurdaye
Ibrî û Keldanî(Hebrews û Chaldeans) Kurdaye,
Aramî û Nasturî(Armanic û Nestorians) Kadu
Nivîskarên Îslamî yên dema pêşîn (Arabs) Kurd, Ekrad
Ewrupî jî piştî sedsala 7 an de gotina Kurd bikaranîne.