Kultur

Du xortên Kurd li Holanda bûne yekem

Du xortên Kurdê nîştecihê Holanda li pêşbaziya baştirîn arayîştgehê(kuafor) salê ya li ser asta Holanda de karîn pileya yekem bi destbînin û bibin yekem.

Araz Erguşî û Şadî Erguşî ku du xortên Kurdin û nîştecihê welatê Holandane û xwedî arayîştgeha Arazin li bajarê Sxîdamî, karîn li pêşbaziya baştirîn arayîştgeha salê ya li ser asta Holanda de beşdar bibin û pêşbaziyê de bibin yekem û ji niha ve ew xwediyê yekemîn û baştirîn arayîştgeha wî welatîne.

Destpêka pêşbaziyê li ser asta bajaran destpêdike û paşê kesên serketî li ser asta Herêman de beşdarî pêşbaziyê dibin û kesên serketî ji vê qonaxê jî diçin qonaxa Fînalê û paşê li dengdanêk de kesên yekem têne destnîşan kirin û dibin baştirîn arayîştgehê salê li ser tevahiya asta welat.

Back to top button