Mehmet Gul Peyvdarê Ragihandinê ya Hewldana Partiyek Kurdistanî li hevpeyvîneke taybet ya li gel Amed Tv de da zanîn ku armanca partiya wan ne Tirkiyeyîbûne berevajiya wê armanca wan Kurdistanîbûne.
Mehmet Gul li ser pirsa BDP ji ber ku nedikarî bibe partiyeke Turkiyeyî gelek car dihat rexnekirin gelo armanca we ya Tirkiyeyîbûnê heye? li bersîva xwe de got: Nexêr armanceke me ya Tirkiyeyîbûnê tûneye û berevajiya wê em dixwazin bibin Partiyeke Kurdistanî. Eger em li gel hevdû bijîn eve dê bibe pêkvejiyana herî tendirustî, eger vîn û îradeya gelekî tûnebe pêkvejiyana gelan jî gelek zehmete pêkbê.
Wekî tê zanîn li Amedê di 19 û 20 ê 2013 an de civînek bi beşdariya wan kadir û şexsiyetên ku di têkoşîna neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de cîh girtine û kesên endamên partiyên wekî KDP, DDKD, KUK, RİZGARÎ, ALARİZGARÎ, OZGURLUK YOLU, TÊKOŞÎN û KAWA yê de cîh girtine birêveçûbû û encamê de ji bo avakirina partiyeke vekirî ya girseyî û Kurdistanî bi navê Hewldana Partiyek Kurdistanî ji bo destpêka avakirina partiyeke nû ya Kurdistanî hatibû damezrandin.