Polîtîk
Tirkiye dixwaze Kerkûk û Mûsil dagîr bike

Emîr Abdulmunîm Sa’dî şarezayê li warê ewlehî û asayîşê li daxuyaniyeke rojnamevaniyê da îro got: Tirkiye bi hêceta hebûna PKK li hinek navçeyan, leşkerkêşiyê encam da. Êrîş berdewamin û yek bi yek hêzên tirkiye li hinek navçeyên Herêma Kurdistanê û Nînowa, li çarçêweya planek da ye ji bo koçberkirina nîştecihên wan navçeyan, heta ku wan deveran dagîr bike û bixe bin kontrola tirkiye”.
Ew li dawiya axaftina xwe de dibêje: “Tirkiye hewl dide parêzgehên Mûsil û Kerkûkê dagîr bike û nexşeya Împaratoriyeta berê yê Osmaniya pêkbîne.