Li 10 salan de 1 milyon donim daristanên Kurdistanê şewitîne

Ji ber qedexeya hatin û çûnê û dabînnekirina budçeyek ji bo paqijkirin û agirkujandina li nava daristanan da, îsal şewata li nava daristanan da gelek bû. Ji ber van sedeman jî daristan li ber metirsiya şewatê dane. Peyvdarê Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê dibêje: “Li her şewatekê de egera şewitandina sedan donim daristan heye”.
Herêma Kurdistanê xwediyê zêdetirê 2 milyon û 327 hezar donim daristanên xwezayî û 35 hezar donim daristanên destkirde. Salên pêştir Wezaret li rêya wê budçeya ji bo wê hate dabînkirin meha şubatê dest bi paqijkirina li nava daristanan da dikir, lê belê çendîn sale ji ber qeyrana darayî û dabînnekirina budçeyên pêwîst nekariye vê karê bike. Ji bo wê yekê salane rûbereke zêdeyê daristanan dişewitin.
Li gor amarên Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê li 10 salên derbasbûyî de ji ber şewatê milyonek û 30 hezar û 873 donim daristan û li Herêma Kurdistanê şewitîne, zêdetirê % 50 ê wê rûbera şewitî jî li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê bûye.