Polîtîk

Bûyera derwêşên terîqeta Kesnezanî

Bûyera derwêşên terîqeta Kesnezanî îro di rojeva hemû Kurdan de bû.

Şêxê terîqeta Kesnezanî ku li Başûrê Kurdistanê nişteciye çend roj berê koça dawî kir. Ú îro jî endamên terîqetê ku li Rojhilatê Kurdistanê dijîn, xwestin herin tevlî merasîma definkirina şêxê xwe bibin. Ji ber tedbîrên coronayê ne dewleta Îranê û ne jî asayişa gumrika Kurdistanê îcaze neda ku derwêş derbas bibin.

Derwêşan, bi îradeyek gelek xurt him li beramberî leşkerên Îranê û him jî li beramberî asayişa Kurdistanê li berxwedan û bi darê zorê derbasî nava axa Kurdistana azad bûn. Li Kurdistana azad jî gelek derweşên Başûrî pêşwaziya murîdên Rojhilatî kirin.

Gelek gengeşî û nîqaş li ser vê bûyerê bû û xuyaye ku wê ev nîqaş berdewam be.

Belê.

Bêgûman ewê ev kombûna derwêşan di serî de ji bo wan û piştre ji bo xelkê heremê nebaş be. Ji ber ku em zanin henek bi coronayê nabe. Ev mijarek dine.

Tişta ku dixwazim balê bikşînim ser ne corona, burokrasî, zagon û tekiliyên dewleta ye. Dixwazim bahsa tiştekî bikim ku ji aliyê minî “anarşîst” re xweş hat.

Kê ev sînorên gennî kişandine nava miletê me?

Kê ji miletê Kurd pirsiye ku bikêfa xwe welatê me perçe kirine?

Gelo nasnekirina sînorên nava beşên Kurdistanê ji aliyê derwêşan ve qet wateya xweyî sîyasî û neteweyî nîne?

Wexta em Kurd di nava welatê xwe de digerin ji bo çi em mecbûrin ji dagirkeran îcazê bixwazin?

Ú gelek pirsên mîna van pirsan li beramberî wê bûyerê de di serê min de diçe û tê.

Bi ya min çalakiya ku derwêşên teriqeta Kesnezanî îro pêkanîn ji bo me Kurdan ne ewqas xetere. Fikr û raman û tevgerên ku li ser siyaseta kêmnetewî dimeşin û her carê berê Kurdan didine Enqere, Tahran, Şam û Bexdayê gelekî ji çalakiya derwêşan xetertire.

Derwêşan bi zanayî an bi nezanî nîşanî me dan ku sînorên li ser sînga welatê me hatine danîn bêwate ye û ne meşrû ye.

Hêvîdarim ku rojekê di çavên hemû Kurdan de wateya wan sînoran nemîne û Kurd ji Dêrsimê heta Îlamê serbest û azad li ser axa welatê xwe karibe bigerin.

Silav û rêz ji bo derwêşên Kesnezanî. Serê we saxbe û Xwedayê mezin şêxê we bi dilovaniya xwe şa bike.

Serhat Mêrdînî

Back to top button