
Li gor rapora Indeksa Sûcên Organîze ya Cîhanî ya 2023; Tirkîye li dinyayê di rêza 14. emîn û li Ewropayê jî di rêza yekemîn de ye.
Rapora Indeksa Sûcên Organîzeya Cîhanî ya Înîsiyatîfa Sûcên Organîzeya Navnetewî hat weşandin. Indeks çalakîyên sûcên organîze di nava 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî de dide ber hev. Ji bo lêkolînê, daneyên bi lêkolînkirina weşanên li ser sûcên organîze tên berhevkirin. Pispor û komên herêmî rastîya wan kontrol dikin. Dûv re jimareya indexê xuya dike. 1 puana herî kêm û 10 jî puana herî bilind e. Li gor raporê pûana Tirkîyê ya sala 2023an 7,03 pûan e. Ev pûan di sala 2021 de 6,89 bû. Li cîhanê 14, li Ewropayê yekem Di raporê de, pûanên Tirkîyê di sala 2023an de bû 7,03. Bi vê pûanê Tirkîyeya ku di rêza 12.emîn a cîhanê de cîh digirt ket rêza 14.emîn û li Ewropayê bû yekemîn.
Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkîye di bazirganîya mirovan de 9 pûan standiye û ev yek ji herêmên herî xirab e. Di bazirganîya çekan, bazirganîya eroînê û komên sûcdar ên mîna mafyayê de pûana Tirkîyê 8,5 e. Rastîya ku pûana qaçaxçîya mirovan 8 e, derdixe holê ku ev yek li Tirkîyê çiqas mezin e.
Di raporê de encamên din ên têkildarî Tirkîyê wiha ne:
Bazirganîya mirovan, bi taybet ji bo îstîsmara zayendî û bi darê zorê, li Tirkîyê her ku diçe belav dibe. Digel ku Tirkîye hîna mêvandarîya nifûsek mezin a penaberan dike, bazirganên mirovan ji bêhêzîya van civakan sûd werdigirin û jin û zarokan ji bo îstîsmara zayendî neçar dikin ku bazirganîyê bikin. Zewaca bi darê zorê ya keçên ciwan bi merasîmên olî yên nefermî, wek mekanîzmayek aborî ya berxwedêr berbelavtir dibe. Ji bilî şebekeyên sûcdar, aktorên dewletparêz jî di qaçaxçîya mirovan de beşdar dibin an bi kêmanî wan hêsan dikin. Türkîye; ji welatên wek Sûrîye û Afganîstanê re welatekî sereke yê derbasbûna Ewropayê ye. Li Tirkîyê hejmarek girîng a komên mafyayê hene ku modela sîstema mafyayê ya kevneşopî dikin. Hat ragihandin ku ev komên hebûna xwe ya li welêt didomînin, bi hikûmetê û siyasetmedarên din re têkilîyên nêz ava kirine û bi vî rengî li hemberî hêzên înfazê û darazê paraztinê dikin.