
Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mevlut Yakut, di yekemîn civîna Korbenda Bazirganî û Pîşesazî ya Iraqê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku ew li ser bihêzkirina pêwendîyên aborî û bazirganî yên ligel Herêma Kurdistanê pêbend in.
Konsulê Giştî yê Tirkiyê got: “Hebûna me ya li vir nîşan dide ku Tirkîye ji bo xurtkirina hevkarîya aborî ya bi hevkarên xwe re pabend e. Sînorekî me yê hevbeş û dîrokek me ya dirêj li gel Herêma Kurdistanê heye. Herêma Kurdistanê di warê kultur, veberhênan û bazirganîyê de ji bo Tirkîyê hevkarek girîng e. Civîna îro jî wê di pêşerojê de rê li ber hevkarîyên zêdetir veke”.
Mevlut Yakut herwiha got: “ Werin em bi hev re firsendên nû peyda bikin, nêrînên xwe parve bikin û hevkarîyên mayînde ava bikin. Ez ji têkilîyên aborî yên Tirkîye û Herêma Kurdistanê gelek geşbîn im“.