
Eve demeke Tirkiye xwe ji bo operasyonekî li Suriye devera Til Rifeet û Minbicê amade dike, serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan gelek cara da xûyakirin ku, ji bo ewlehiya sinorên Tirkiye,wê operasyonekî berfireh li bakurê Suriye û rojavayê Kurdistanê bikin.
Tirkiye amadevaniyek ji bo operasyona Til Rifeet û Minbic dike gelek çekdarên hêzên arteşaazad a Suriye nêzikî Til Rifeet axwe amade kirine, Tirkiye deverş topbaran dike.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo got, “Herêma Şehbayê bi taybetî li bajarokê Til Rifetê êrîşên hovane bi destê Hêzên Tirkiyê û hêzên çekdar ên artêşa Wetenî tên kirin. Her roj êrîşî wê herêmê dikin, dixwazin wê herêmê bi zorê vala bikin lê em dizanin xelkê herêmê yê resen û yên li wir bicih bûne, heta niha kes derneketiye. Ji ber ku li hêviya Efrînê ne û vegerin cih û warên xwe li Efrînê.”
Her çikas Amerika û Rusya li dijê operasyonekî derkevin jî, lê dixweyê bi awayekî rê jî ji Tirkye re vekirîne.
Gelek nişteciyên Efrinê dema Tirkiye Efrin wergirtî derbasî devera Til Rifetê bûne û hêviyêne ku vegerin ser cih û warên xwe.