CîhanRojev

Tirkiye ber bi krîzek diplomasi ve diçe..

Karsaz Osman Kavala ev e 4 salin di girtigeha Silivrî de ye. Gelek welatên ewropa banga azadkirina Kavala kirine û hinek welatan jî ji Erdogan daxwaz kirine ku Kavala azad bike. Lê Tirkiye qet xwe nêzikî vê yekê nekiriye û herî dawî balyozên 10 welatan daxwaz kir ku Osmana Kavala bê azad kirin. Li himber vê daxwaziyê Erdogan da xûyakirin ku, kesek nikare Kavala ji girtigehê derêxe. Erdogan behsa Kavala bi xirabî kir.

Li himber daxûyaniya Erdogan Kavala biryar girt ku hêdî dernekeve dadgeha û xwe neparêze. Ev helwesya Kavala protesto kirina axavtina Erdogan di derbarê wî de ye.

Welatên ku daxwaza azadkirina Kavala kirîn evin: DYA, Almanya, Danimarka, Finlandiya, Fransa Swed, Holanda, Kanada,Noreç û Zelanda.

Erdogan di axavtineka xwe de ji wezereta Derve xwest ku balyozê van 10 welatan ji Tirkiye derêxe. Ev yek krîzek mezin a diplomatik peyda kiriye û niha Tirkiye nizane dê çewe xwe ji vê kirîzê derêxe. Di vê derbarê de helwesta van 10 welatan li himber Tirkiye dikare gelek bi tundbe. Ev 10 welat jî biryara dersinorkirina balyozên Tirkiye ji welatên xwe bidin ,Tirkiye dikeve tengasiyek mezin de û nikare xwe jê vê krîza siyasî derêxe.

Back to top button