Polîtîk

Tirkiye baş nayê îdare kirin

Rawêşkarê serokwezîrê berê yê Ahmet Davutoglu, hevpeyvînek ya xwe de behsa damezirandina partiyek nû dike û dibêje: Tirkiye baş nayê îdarekirin.

Rojnemevan Ethem Mahçupyan rawêşkarê Ahmet Davutoglu bû. Dema serokwezîriya Davutoglu de, Mahçupyan rawêşkar bû di siyaseta dihat rêvebirin de rolek berbiçav hebû.

Eve demeke hinek îdia hene ku dê serokkomarê berê Abdullah Gul û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu partiyek nû ava bikin. Ev yek di rojeva siyasî ya Tirkiye û taybetî wek rojevek nehînî di nava AKPê de gelek tê gotubêj kirin. Ji ber ku damezirandina partiyekî ji aliyê van herdu siyasetmedaran ve dikare rewşa AKPê û Erdogan biguherê û AKPê aloz bike.

Gul û Davutoglu

Ethem Mehçupyan tevlî bernameyek televizyonî bû. Kanala TV5ê de bû mêvanê Ahu Ozyurt. Mahçupyan di derbarê demezirandina partiyek nû de hinek agahdarî dan.

Mahçupyan dibêje: Niha lêgerandinek ji bo damezirandina partiyek nû heye. Ji ber ku Tirkiye baş nayê îdarekirin.Herkesek dibîne ku baş nayê îdare kirin. Ji ber ku dasthilat baş reveberiyê nakê dikare winda bike. Desthilat jî vê yekê dibîne û li gora xwe hinek tedbîra digre. Qada siyasetê teng dike daku desthilatdariya xwe biparêze, ji bo vê yekê pirsa BEKA(berdewamiya dewletê heta hetayê) tînê rojevê. Ev yek gelekî ne raste. Lê AKP bi xwe jî dizane ku ev yek ne raste.

Mahçupyan behsa hilbijartinên herêmî jî dike û dibêje: Encama van hilbijartina hineka gelek eleqeder dike.Di nava hemû partiyan de yên muxalefetê dike gelekî eleqeder dike, lê herê zehf jî AKPê eleqeder dike. Bingehê AKPê mînakek baş ditiye. Mînaka baş dizanin çiye.Tişta ku berê AKPê dikira ya niha re mukayese dikin.Tişta ku niha dibe ne raste, ji aliyê ehlaqî de jî gelekî girînge û ev yek dixweyê.

 

Back to top button